Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê kuştina zarokê 15 salî yê di nava zanîngehê de û neewlebûna zanîngehê protesto kirin. Polîsan êrişî bûyerê kir û gelek xwendekar bi îşkenceyê kirin binçavan.
Duh bi şev li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê zarokek 15 salî mirî hatibû dîtin. Li ser vê yekê lêpirsîn hatibû destpêkirin û hatibû ragihandin ku zarok hatiye kuştin. Piştî vê yekê xwendekarên zanîngehê îro xwestin çalakiyekê li dar bixin û ji ber neewlebûna zanîngehê bertekên xwe bînin ziman. Xwendekarên ku li pêşiya Fakulteya Beytariyê kom bûn, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan êrişî xwendekaran kir û bi îşkenceyê zêdetirî 10 xwendekaran kirin binçavan. Xwendekarên li derdorê bertek nîşanî binçavkirinan dan û li vir jî gelek xwendekar hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku polîsan di otobusên binçavkirinê de jî zext û îşkence li xwendekaran kirin e.
Her wiha rojnamegerên li wir jî hatine astengkirin û polîsan li rojnameger Kadîr Cesûr daye.

















