Amed – Di Konferansa 3yemîn a MÎA-FEDê de hat destnîşankirin ku feraseta Îslama Demokratîk ji bo serkeftina “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” bingeha herî pîroz û xurt e. Beşdaran diyar kirin ku ji bo avakirina civakeke azad, wekhev û dadwer, divê hemû bawermend û oldar piştgiriyeke xurt bidin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.
Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) bi dirûşma “ Îslama Demokratîk: Di baweriyê de dilsozî di civakê de azadî” li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a girêdayî navçeya Bajarê Nû ya Amedê dest bi sêyemîn konferansa xwe ya mezin kir.
Konferansa ku du rojan berdewam bike di roja yekemîn de Hevseroka Komela Demokratîk a Elewiyan Mercan Gul, delegeya MÎA-FEDê Nesîbe Kaya, delegeyê Kongreya Îslama Demokratîk Dunyaser Dunaysirî û hevserokê Komeleya Melayên Kurd a Mêrdînê Fesîh Toguç derbarê Îslama Demokratîk û bandora wî ya li ser Pêvajoya Aştî û Ciwaka Demokrtîk ji ajansa me re axivîn.
‘Bi hev re em ê hêztir bibin’
Mercan Gul di axaftina xwe de qala girîngiya konferansê kir ku wiha axivî: “Ji ber ku netewa Kurd îro ne xwedî yek baweriyê ye; Êzîdî hene, Kurdên Elewî hene, Sunî hene. Ji ber vê jî girîng e ku îro em bên ba hev, em hêzê bidin hev, em hevdu nas bikin û em hîn bêtir bihezkirî bin. Ez pir kêfxweş im ku îro ez li vir im. Dibe ku bi 100 sal in 50 salan ev pergala faşîst xwest ku her tim nîqaşekê têxe di navbera me de me ji hev qut bike, li ser vê polîtikayê siyaset meşand. Lê îro êdî divê em ferq bikin ku ev her hatina ba hev watedar e. Baweriyên me çi dibe bila bibe, bila bibe wekî baxçeyekî gulan. Em baweriya xwe bibêjin, lê nasnameyeke me ya yekbûyî heye, ew jî Kurdî ye. Cîhê me Kurdistan e û em Kurd li vir dijîn. Her kes bi baweriya xwe hebe, ji ber vê yekê ev pir girîng e. Demokrasî li her cihî lazim e; di nav baweriyan de jî lazim e, di navbera van baweriyan de jî lazim e. Sibe belkî Elewî konferansekê çêkin, ev heval herin li wir hîn bibin. Ji ber ku bi sed salan em ji hev cuda kirin, îro xweş e ku em li ba hev in, em hevdu nas dikin, bi hev re em ê hêztir bibin.”
‘Ev mîrateya Birêz Ocalan e ji bo me ’
Di dawiya axaftina xwe de Mercan Gul bal kişand ser rol û rista Rêberê Gelê Kurd ya li ser pêvajoya didome û ev tişt gotin: “Rasterast birêz Ocalan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin lê divê em ji bo sekeftinê di nava hewldanên de bin. Divê em zanibin Serok ji bo me çi dibêje. Divê em xwe bi her alî ve nas bikin û zanibin bê ka dê çawa bimeşin, çawa hêztir bibin û çawa bi ser kevin. Bi sed sal in di navbera me de nifaq çêdikirin, cudatî xistin di navbera me de. Wekî mînak em Elewî ne, digotin ew Kurdên Misulman in, nizam hûn wisa ne, ji hev hez nakin. Serok van tiştan danî li pêşiya. Got ku ‘Hûn neteweyek in, nasnameyeke we ya tenê heye, baweriya we çi dibe bila bibe. Hûn vê lîstikê xera bikin.’ Îro êdî em ne li hemberî hev in, em hemû Kurd in. Di kîjan baweriyê de dibe bila bin, em mil didin milê hev. ”
‘Guhertineke erênî têxe nav civaka Îslamê de’
Nesîbe Kaya diyar kir ku ev konferans ji bo gelê Kurd dîrokî ye û got: “ Ya rast nîqaşên têr û tijî hene. Em ne nêrîneke cuda dikin. Nêrîneke 1400 sal berê, û dema Pêxember ev nêrîn belav kir Îslam derket holê, ew hewlên xwe çawa avêt, ew xetên xwe çawa diyar kir em dikarin vê yekê biaxivin, vê yekê bibînin. Û nîqaşên me jî ser vê yekê tên kirin. Ew Îslama resen, ew Îslama pîr û pak, a zelal çawa bû, em dikarin ku ser van yekê nîqaşan bikin. Û ev nîqaş hêvîdar im ji bo alemê Îslamê deriyekî nû, pencerayeke nû veke û guhertineke erênî têxe nav civaka Îslamê de.”
‘Civakeke parçebûyî, bi Peymana Medîneyê bû yek’
Di berdewamiya axaftina xwe de Nesîbe Kaya bal kişand ser dîroka Peymana Medîneyê û wiha got: “Peymana Medîneyê yekemîn makezagon a ser rûyê dinyayê ye û hat qebûlkirin. Ji ber ku 56 xalên Peymana Medîneyê hene û tenê ne ji bo Mislimanan hatiye çêkirin; sê qebîleyên Cihûyan hene, bo wan jî hatiye amadekirin. Her bajarokek, her qebîleyek, her eşîrek keleheke xwe ya biçûk ava kiribû û nav wan kelahan de jiyan dikirin. Civakeke weha, Pêxember bi Peymana Medîneyê kiriye yek. Ew jî aştiyeke watedar, aştiyeke mayînde kiriye nav civaka Medîneyê. Ne tenê aştî, wekhevî û edalet jî. Ne tenê ji bo Misilimanan ji bo hemû civaka Medîneyê, çi Cihû, çi pûtperest, çi Misiliman hemû derdoran tev li kiriye yek û ev peyman çêkiriye. Civak rengê xwe, baweriya xwe, bi cudahiyên xwe ve, bi fikir û ramanên xwe ve hevdu qebûl dikin û bi vî şiklî ji hev re rêz digirin.”
‘Pêvajo bibe rêya ku aştî û yekîtiyê veke’
Nesîbe Kaya diyar kir ku dê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji hemû gelên Rojhilata Navîn bibe mînak û wiha pê de çû: “Wek bawermendekî ez weha difikirim: niha civaka Rojhilata Navîn, mixabin, gelek gelek parçe bûye. Ev mesele ne tenê ya Mislimanan e, ya Kurdan e, ya Tirkan e. Kirin ku lê nêrîneke nû çêkin, kirin ku bi feraseteke nû Îslam çêbibe, yan jî civaka xwe serî de ava bikin, lê mixabin ev tişt pêk nehat. Îro pêdiviya taybetî, pêdiviya Kurdan, pêdiviya gelê Filistînê, taybetî pêdiviya hemû Rojhilata Navîn bi aştiyê heye. Gava ku ewil mirov nav mala xwe de bikaribe yekîtiyê çêbike, aramî û hizûrê çêbike, ew aştiyê çêbike, ez bawer im û hêvîdar im wê li dorhêlê jî belav bibe û Rojhilata Navîn jî têxe cihekî aramtir, cihekî hêla aştiyê ve xurtir û hêla yekîtiyê ve jî xurtir. ”
‘Pêxamber Peymana Medîneyê ji me re hiştiye’
Dunyaser Dunaysirî da zanîn ku tiştên di dîrokê de hene ji bo me wek mînak in û Peymana Medîneyê yek ji wan e û axaftina xwe wiha domand: “Çawa ku em Kurd, Tirk, Ereb, Fars û olên cuda wek Suryanî, Mesîhî, Cihû di vê herêmê de hene; di vê herêmê de bêyî ku em bên kuştin, bi biratî, bi hevparî û di nav aştiyê de em dikarin bi hev re jiyan bikin. Peymana Medîneyê ji bo me wek paradigmeyekê ye. Ji ber ku di wê mînakê de her kes hatiye naskirin, zimanê hev înkar nekirine, baweriya hev înkar nekirine, nasnameya xwe qebûl kirine û li ser vê nasnameyê jiyana xwe berdewam kirine. Di vê peymanê de em dixwazin ku gelê Kurd neyê înkar kirin, zimanê Kurdan neyê înkar kirin, baweriya Kurdan neyê înkar kirin. Wekî ku îro her tiştî dixin yek qalikî; dibêjin divê yek netewe, yek dewlet, yek ziman û yek bawerî hebe. Ev yek li dijî Peymana Medîneyê ye û nayê qebûl kirin. Çawa ku Îslama Henefî tê qebûl kirin, divê Şafiîtî jî were qebûlkirin.”
‘Her bawermendek piştgiriyê bide vê pevajoya aştiyê’
Dunyaser Dunaysirî di dawiya axaftina xwe bang li oldaran kir ku piştgirî bidin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Mîna birêz Abdullah Ocalan ku piştgirî daye; baweriya wî û kesayetiya wî çi Kurd be çi Tirk be ji bo me ne cudatî ye, ne girîng e. Di malên xwe de rûnenin, ev pevajo bi xwe nameşe. Bira oldar baş bizanibin; camiyên me, baweriya me, têgihiştina me, têgehên me, sloganên me, dînê me û çanda me hatine dizîn. Xwarina me jî heta jiyana me hatiye dizîn. Heke em piştgiriyê nedin pêvajoyê di siberoja me jî tune be.”
‘45 sal in Kurd dixwazin xwîna diherike raweste’
Fesîh Toguç got ku ola îslamê li ser aştî, wekheviyê disekine, destûrê nade zilm, heheqî û cadahiyan û ev tişt gotin: “ Berê ji Kurdan re digotin ‘Hûn fileh bikujin, hûn Suryaniyekî bikujin hûnê herin bihûştê.’ Tiştekî wisa tune ye. Ev 45 sal in daxwaza herî mezin û sereke ya gelê Kurd tenê rawestandina herikîna xwînê ye. Gelê ku bi salan e rastî zulm û heqaretê hatiye êdî ji vî şerî gelekî aciz bûye û tije bûye. Loma ew hêvî dikin ku ev xebat bibe sedema aştiyeke pîroz û pira xwîşk-biratiyê di navbera Kurd û Tirkan de.”














