Humermendên TEV-ÇANDê bi dîmenên parve kirine gel vexwendin Mitîngên Azadiyê yên ku dê li Amed, Wan, Mêrsîn û Stenbolê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên lidarxistin.
Hunermendên Endamên Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) ên rojvayê Kurdistanê Baran, Sumeyye Mihemed, Xalid Cûdî, Daniş Botan, Newroz Efrîn û Nesrîn Botan bi dîmenên parve kirine gele Bakurê Kurdistanê vexwendin Mitîngên Azadiyê yên bi daxwaz azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin.
‘Azadiya Rêber Apo bi hebûn û azadiya jinê serbilind e’
Hunermend Baran di peyama xwe de bal ser girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Azadiya Rêber Apo bi hebûn û azadiya jinan serbilind e, çanda gel e û Civaka Kurd û Kurdistanê ye.”
‘Em azadiya Rêber Apo dixwazin’
Hunermend Sumeyye Mihemed anî ziman ku ew azadiya Rêberê Gelê Kurd dixwazin û got: Banga me ji hemû gele Kurdistanê ,hunermend û nivîskarên ew e ku tev li Mitîngên Azadiyê bibin. Bijî û bijî Rêber Apo.”
‘Em Rêber Apo azad bikin dê mafê Kurdan jî mîsoger bikin’
Hunermend Xalid Cûdî diyar kir ku gelê Kurd bi bangawaziya Rêberê Gelê Kurd derbasî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bû û got: “Bi bangê ve em derbasî qonexeke din a têkoşînê siyasî û civaka demokratîk dibin. Azadiya Rêber Apo û mafê gelê Kurd bi hev re girêdayî ye. Heke em karibin Serok Apo azad bikin em ê karibin mafê gelê Kurd bi rêyên demokratîk mîsoger bikin. Gelê Kurd û Tirkiyeyê li ser vê esasê amadehiyên Mitîngên Azadiyê dikin. Em hêvî dikin em ê di demeke nêz de Serokê xwe jî di nava xwe de bibînin. Em jî wek hunermendên TEV-ÇANDê yên rojavayê Kurdistanê bi girseyî û coşeke mezin gel vedixwînin Mitîngên Azadiyê.”
Hunermendên Newroz Efrîn, Daniş Botan û Nesrîn Botan jî bi peyamên xwe ve diyar kirin ku divê mitîng bi coş û girseyî derbas bibin



















