• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Polîtîkayên koçberiyê ji perspektîfa mafên mirovan dûr dikevin’

    ‘Polîtîkayên koçberiyê ji perspektîfa mafên mirovan dûr dikevin’

    Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    ‘Dewleta ku Kurd înkar dikir, niha li ser maseya muzakereyê ye’

    ‘Dewleta ku Kurd înkar dikir, niha li ser maseya muzakereyê ye’

    Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    Baroya Amedê: Şer û pevçûn dibin sedema koçberkirina bi milyonan mirovan

    Baroya Amedê: Şer û pevçûn dibin sedema koçberkirina bi milyonan mirovan

    Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

    MÎA-FED: Ji bo avakirina civakeke azad konferansê li dar dixin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Polîtîkayên koçberiyê ji perspektîfa mafên mirovan dûr dikevin’

    ‘Polîtîkayên koçberiyê ji perspektîfa mafên mirovan dûr dikevin’

    Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    ‘Dewleta ku Kurd înkar dikir, niha li ser maseya muzakereyê ye’

    ‘Dewleta ku Kurd înkar dikir, niha li ser maseya muzakereyê ye’

    Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    Baroya Amedê: Şer û pevçûn dibin sedema koçberkirina bi milyonan mirovan

    Baroya Amedê: Şer û pevçûn dibin sedema koçberkirina bi milyonan mirovan

    Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

    MÎA-FED: Ji bo avakirina civakeke azad konferansê li dar dixin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

Amed / AW

20 HEZÎRAN 2026 - 18:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Konferansa MÎA-FEDê ya ku dê du rojan berdewam bike piştî rûniştinan bi dawî bû. Di axaftinên konferansê de wiha hat gotin: “Peywira dikeve ser milê me ew e ku em vê rexnedayinê bidin, vegerin ser hişmendiya piralî ya mîna ‘Peymana Medîneyê’ û wekî bingeha aştiyê, zemîna ‘Îslama Demokratîk’ ava bikin.”

Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) bi dirûşma “Demokratîk Îslam: Di baweriyê de dilsozî di civakê de azadî” li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê konferansa xwe ya mezin a sêyemîn li dar xist. Siyasetmedar Çetîn Arkaş, Endam û rêveberên partiyên siyasi, aktîvîstên TJAyê, nûnerên saziyên sivîl, rêveber û endamên MÎA-FEDê û gelek kes tev li konferansê bûn. Piştî axaftina û vekirina konferansê rûniştina yekem a Konferansê destpê kir. Di konferansê de li ser mijarên “Îslama siyasî” û “têkiliyên Kurd û Tirkan” rawestiyan. Rûniştin bi moderatoriya Dr. Fatih Çîçek hat. Dr. Kiwan Azad li ser “Derketin û belavbûna Îslama Sasiyî”, Fahrettin Şeker li ser “Têkçûna îslama siyasî: Desthilatdar, amûrbûn û erozyona exlaqî”, Endama damezrîner a AKPê Fatma Bostan Unsal li ser “Di bingeheke demokratîk de ji nû ve avakirina têkiliyên Tirk-Kurdan” û herî dawî jî Ali Bulaç li ser “Di ronahiya Peymana Medineyê de aştî û civaka demokratik” nirxandin kirin.

‘Divê hemû gel li ser naskirina mafên wekhev bi azadî bijîn’

Fatma Bostan Unsal axaftina xwe de ev tişt gotin: “Di salên 80yî de, dema ku tevgera Îslamger geş dibû, li hemberî daxwazên nasnameyê ne bihestiyar bû; meseleya Kurd û binpêkirinên giran ên mafên mirovan neketin rojeva me û ev kêmasiyeke me ya mezin bû. Îro peywira dikeve ser milê me ew e ku em vê rexnedayinê bikin, vegerin ser hişmendiya piralî ya mîna ‘Peymana Medîneyê’ û wekî bingeha aştiyê, zemîna ‘Îslama Demokratîk’ ava bikin; daku gelê Kurd û hemû pêkhateyên cuda, li ser bingeha edaletê, naskirina mafên wekhev û rêzgirtina li mafên mirovan bi hev re û bi azadî bijîn.”

‘Rayedarên dewletê olêdixin xizmate xwe’

Fahrettîn Şeker jî diyar kir ku “Îslam ola Xwedê ye, xwediyê wî Xwedê ye; ev ol ne ola cemaatan, partiyan, rêxistinan an jî îktîdaran e û wiha pê de çû: “Mixabin, îro em vî olî ji bo bazirganiyê, ji bo partiyan û kursiyan feda dikin. Gava ku berpirsiyarên olê, mûftî, oldar an jî rayedarên dewletê olê dixin xizmeta xwe. Halbuki sûc ne yê Îslamê ye, yê mislimanan e ku olê tenê xerc dikin. Ew ola ku her çar mafên bingehîn; azadî, edalet, wekhevî û ewlehiyê tîne, îro rûbirûyê erozyonê bûye. Gava exlaq xira bibe ol, fitrat û wijdan jî pê re xira dibin, ji ber ku koka wan yek e. Sifetê yekem ê mirov azadî ye; mirovê ku ne hûr be, îrada wî ne di destê wî de be, şahidiya wî nayê qebûlkirin û nabe ehlê vî olî.”

‘Helwesta me ya bingehîn jî ew e ku em li dijî neheqiyê derkevin’

Di berdewama konferansê de Dr. Kiwan Azad ê ku ji başûrê Kurdîstanê hatî axivî û destnîşan kir ku îro dema ku ew li pirsgirêkên ku Filistînî û Kurd tê de dijîn dinêrin, gavên ku Pêxamber Mihemed dem ji Mekeyê koçî Medineyê kirî avêtine, hîn bêtir watedar dibin û wiha got:  “Wî di destpêkê de mescid ava kir, paşê biratî mîsoger kir û di dawiyê de jî Peymana Medineyê ya dîrokî pêk anî. Ev biratiya ku di navbera Muhacir û Ensar de hate sazkirin, îro ji bo biratiya di navbera gelan de, di navbera Kurd û Tirkan de, û di navbera Kurd û Ereban de mînakeke zindî ye. Ji vê jî girîngtir, wî destûreke bingehîn ava kir ku hemû yasa di çarçoveya wê de hatin rêxistin. Li vir xala krîtîk ev e: Îslam ne siyaseteke îslamî ye, demokrasî meseleyeke aydî mirovan e. Helwesta me ya bingehîn jî ew e ku em li dijî vê neheqiyê derkevin.”

‘Cîhana Îslamê niha di nav êşa zayîna cîhaneke nû ye’

Alî Bulaç jî anî ziman ku ji sala 1991an vir ve ev Peymana Medîneyê li 36 welatên cîhanê ji Manchesterê bigire heta Fînlandiya, Rûsya û Amerîkayê şirove kiriye û wiha bi lêv kir: “Ez li ser vê bingehê dibêjim ku 4 mafên bingehîn ên her qewmî hene: Divê bikaribe nasnameya xwe di qada giştî de bi azadî bîne zimên, mafê wî yê perwerdehî an jî hîndekariya bi zimanê dayikê hebe, bikaribe urf, adet û çanda xwe bêyî tu asîmîlasyonê bi rehetî bijî, û heke nehevsengiyeke aborî hebe jî divê cihêkariya pozîtîf ji bo herêma wî were şopandin. Êdî paradîgma Rojava enerjiya xwe qedand, kapîtalîzma lîberal tu tiştekî nû nade me; Çîn û Hindistan jî tenê Rojava teqlîd dikin û dev ji çanda xwe berdidin. Ez weha difikirim ku cîhana Îslamê niha di nav êşa zayîna serdemeke nû de ye.”

Piştî axaftinan rûniştina yekemîn bi dawî bû.

Piştî navberê rûniştina duyemîn destpê kir. Rûniştina duyemîn bi moderatoriya Şaban Esen hat meşandin. Prof. Dr. Mohamed Refaat el-Îmam Dobei li ser “Di çarçoveya baweriyê de xwişk-biratî û berpirsyariyên gelên Rojhilata Navîn” axivî.

‘Piraniya çandan û piraniya nêrînan esas e’

Cemîle Turhalli jî diyar kir ku ev doz doza edaletê ye, doza heqiyê ye, doza Xwedayê me ye û got:  “Hezretî Elî bi gotina xwe îfade kiriye ku: Oladewletê edalet e. Heke edalet nebe, li wî cihî zilm heye. Heke mirov bixwaze xwe biparêze, divê civaka xwe biparêze; ji bo wê, xwe wekî herêmeke civakî hîs kir û qebûl kir. Di baweriyê de yektiya Xwedê esas e; di edaletê de pirraniya gelan, pirraniya çandan û pirraniya nêrînan esas e. Ji bo me pirsgirêk, qebûlkirina Afirandêr û piralîbûna afirandiyan e; ev yek ji bo me gelekî girîng e. Di siyasetê de yektî, an wekî din azadî û serbestî heye. Di ferman, ayet û sûreyan de, piranî li ser exlaq û wijdanê ye; bingeha her tiştî avakirina gelekî, avakirina cîhanê, jiyan û gerdûna wî ye. Di edaleta civakî de du mekanîzme pêwîst in: Ya yekem liyakat e, ya duyem jî şêwirmendî, ango îstîşare û şûra ye. Di şûrayê de divê her kes nêrîna xwe bîne ziman; heke liyakat û şûra li ser bingeha edaletê li ba hev bin, ew terazî û jiyana mirovan tu carî xera nabe.”

‘Çareserî di avakirina ‘Neteweya Demokratîk’ de ye’

Dr. Mihemed Rifet El – Îmam destnîşan kir ku Rojhilata Navîn cihê zayîna şaristaniyên mezin e, lê di dîroka nûjen de projeyên ‘biratiyê’ her tim berjewendiya birayê mezin û hêzdar li ser hesabê birayên biçûk parastin û wiha pê de çû “Sîstema mîletan ne projeyeke exlaqî, tenê şêweyeke rêveberiyê bû ku tê de Tirkan xwe wekî ‘milleta hukumdar’ didîtin, Kurd di nav milleta Îslamê de dihelandin û Faris wekî dijminên ‘Rafizî’ pênase dikirin. Di serdema Tanzîmatê û Komarê de jî biratî tenê wekî ‘dilovaniya Tirkan’ an jî siyaseta helandinê hate ferzkirin; bihayê hemwelatiyê bû ‘divê tu bibî Tirk’ û dema gelan mafên xwe xwestin, bi xiyanet û terorê hatin tawanbarkirin, lewma Kurd di van projeyan de gelek caran hem amûr bûn hem jî qurbanî. Ji bo biratiyeke rastîn a sedsala 21emîn, divê em biratiyê li ser tirsandina dijminan ava nekin, zimanê dayikê pîroz bibînin, rastiyê qebûl bikin û berî nivîsandina destûra nû, bi hev re bigirîn; çareserî ne di asîmîlasyonê de, di avakirina ‘Neteweyeke Demokratîk’ de ye ku tê de gelên cihêreng bêyî Tirkîkirin an Erebîkirinê, bi maf û rûmet bi hev re bijîn.”

‘Dawiya zilma siyasî û dîktatoriyê her tunebûn e’

Yûnus Rawî axaftina xwe de bi lêv kir ku Xwedê di Quranê de kerem dike ku afirandina gelan biryareke xwedayî ye û tu kes nikare vê mafê ji holê rake û wiha got: “Min li zindana Nugre Selmanê nimêj kir daku ez îspat bikim ku rûyê reş ê zilma siyasî nikare dînê Îslamê di çavên me de reş bike û em bi zilmê dest ji nirxên xwe bernadin. Di vî warî de Peymana Medîneyê ji bo me mînak e; xala herî girîng a vê peymanê wekhevî, parastina mafê jiyanê, nehêlana tawanê û avakirina aşitiyê ye ku tê de sertextiya tu netewe yan kesekî li ser yê din nîne û biratiya rasteqîn esas e. Wekî ku Quran ferman dike, kuştina mirovekî bi nehaqî mîna kuştina hemû mirovahiyê ye; lewma dawiya zilma siyasî û dîktatoriyê her tunebûn e, ya ku dê bi ser bikeve tenê dadwerî, biratî û aşitiya di navbera gelan de.”

Rija yekemîn a konferansê bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Etîket: AmedÎslama DemokratîkKonferansa MÎA-DERPeymana Medîneyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DAKAPê cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn şermezar kir

DAKAPê cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn şermezar kir

20 HEZÎRAN 2026
Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

20 HEZÎRAN 2026
Şarê Êlihî seba Rojava rayra şono

MÎA-FED konferansa xwe ya sêyemîn li dar dixe

20 HEZÎRAN 2026
Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

18 HEZÎRAN 2026
Tora Koordînasyonê dê têkoşîna li dijî bengîtiyê li bajêr belav bike

Tora Koordînasyonê dê têkoşîna li dijî bengîtiyê li bajêr belav bike

18 HEZÎRAN 2026
Welatiyan li dijî qezayên trafîqê û mirinan rê girtin

Welatiyan li dijî qezayên trafîqê û mirinan rê girtin

15 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

    Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mehmet Kamaç: Gel amade ye divê partiyên Kurdan jî amade bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mîrateyek ji bîra aborî û çandî ya Amedê hildiweşe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 20ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermend Bermal Çem stran û klîbeke nû amade kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ÎHD: Rasul Kocaturk û Resûl Baltaci demildest berdin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amadekariyên Mitînga Azadiyê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Welat û Aram kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (577)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne