Cenazeyê Dîlan Karaman a ku bi awayekî bigûman jiyana xwe ji dest da, li Wanê hate veşartin.
Dîlan Karaman a şêwirmenda Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) ku ji 11ê Mijdarê ve li Amed li nexweşxaneyê dihat dermankirin, duh danê sibê jiyana xwe ji dest da. Ji bo Dîlan Karaman îro li bajarê wê Wanê merasîmek hat lidarxistin. Piştî nimêja Înê li Goristana Yenîkopruyê hat veşartin. Jinan, darbesta Dîlanê bi rengên binevşî, kesk û sor û zer xemiland û li ser milên xwe kirin û birin goristanê. Malbat, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêxistinên jinan, rêxistinên demokratîk, parlamenter û hevşaredarên DEM Partiyê û bi sedan kes tev li merasîma cenaze bûn.
Dîlan Karaman bi duayan hat veşartin û jinan destmalên binevşî, kesk, sor û zer bi kevirê gora wê ve girêdan.
Şîn li Mala Şînê ya Mizgefta Navendî ya Karşiyakayê ya Wanê hate danîn.



















