Rêveberiya Herema Kolnê ya eyaleta Nordheîn Westfalenê li Almanyayê dest bi pejirandina sertîfîkayên perwerdehîyê yên dibîstanên Rêweberiya Xweser a Bakûr Rojhilatê Sûriyê kiriye.
Li gorî agahiyên ku hati parvekirin Bezirksregierung Koln (Reveberiya Heremî ya Kolnê), ku berpirsiyarê pejirandina sertîfîkayên biyanî ye, van belgeyan wekî sertîfîkayên Almanî dinirxîne û dipejirîne. Ev yek di naskirina sazîyên perwerdehiyê yên Rojava de gaveke girîng e ku dikare bibe emsal ji bo herêm û welatên din ên Ewropayê.
Her wiha ev biryar naskirina entegrasyona koçberan û destkeftiyên perwerdehiya xweser a li herêmê ye. Ev biryar, di çarçoveya polîtîkayên Almanyayê yên entegrasyonê de tê dîtin û dibe ku di demeke nêzîk de li eyaletên din jî bê berfirehkirin. Li Rojava, piştî sala 2012an, pergala perwerdehiyê bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî hate avakirin û gelek dibistan hatin vekirin.











