Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol ku ji ber xwîn çûbû li ser mêjiyê wî 2 meh in li beşa çavdêriya awarte tê dermankirin careke din xwîn danê.
Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol di 14ê Cotmehê de li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çûbû ser mêjiyê wî û ew rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Huseyîn Aykol 2 meh in li nexweşxaneyê bi antîbiyotîkan tê dermankirin. Bijîşkan diyar kir ku careke din xwîn dane Huseyîn Aykol. Beriya niha jî çend caran xwîn dabûn Huseyîn Aykol.












