Edîtora Rojnameya Xwebûnê Medya Balê bi minasebeta 6emîn salvegera Rojnameya Xwebûnê axivî û diyar kir ku Kurd aktorê sereke yê wê pêvajoyê ne û got: “Em dixwazin hin zêdetir bi zimanê xwe wê pêvajoyê bişopînin.”
Rojnameya Xwebûnê ku di 23yê Kanûna 2019an de li Amedê bi dirûşmeya ‘Xwebûn Xwenasîn e’ dest bi weşana xwe kir, 6 sal li pey xwe hişt. Rojname bi zaravayê Kurmancî û Kirmanckî hefteyê carekî dertê. Rojnameya Xwebûnê di 6 salan da 314 hejmar derçû. Rojnameya Xwebûnê, li ser mîrateya capemeniya azad û rojnameyên Welat, Welatê Me, Azadiya Welat, Medya, di heyameke ku çand û zimanê Kurdî li bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê rastî êrişên dijwar, politikayên bişaftinê dihat de, bi armanca ku çand û zimanê Kurdî li hember van êrişan biparêze û xurt bike, tev li karwanê çapemeniya azad bû.
Xwebûn xwe digihîne her derê
Editora Rojnameya Xwebûnê Medya Balê bi munasebeta 6emîn salvegera Rojnameya Xwebûnê nirxandin tir. Medya Balê da zanîn ku Rojnameya Xwebûnê xwest nasnameya ku Azadiya Welat di nav civakê de ava kiriyî bidomîne û got: “Azadiya Welat wek dibistanekî di nav Kurdan de cih gir. Xwebûnê ev kevneşopî berdewam kir. Em bêjin Azadiya Welat wek cîhê ku dihate çapkirin di Bakûr de sînordar dima lê îro bi saya teknolojiyê Xwebûn dikare xwe bigîhine her derê, li hemû welatan tê xwendin. Xwebûn, fikra ku Azadiya Welat dixwest belav bike îro zêdetir belav bike.”
‘Rojnameya Xwebûnê dibistana Kurdî ye’
Medya Balê balkişand ser gringiya ziman û got: “Wek tê zanîn rêjeye xwendin û nivîsandinê li Kurdîstanê kêm bû. Polîtîkayên dewletê yên zext û zordaroyê dema ku li ser gelê Kurd hatin meşandin ev rêjeya ku kêm bû, pêş neket. Kesên ku xwe pêş xistin jî mixabin li aliyê Tirkî pêş ketin. Ji ber ku polîtîkayên dewletê di dibistanên dewletê de Kurdî nedihat qebûlkirin. Dema ku Azadiya Welat vebû Kurda wek dibistanekî pênase kir. Li wê derê xwendin û nivîsandin hîn dibûn. Tiştekî Azadiya Welat da hînkirin îro di aliyê dîrokê de, kesên ku bixwazin dîroka xwe nas bike, xwe nas bike, çanda xwe nas bike, zimanê xwe pêş bixîne pêşiyê berê xwe dide Xwebûnê, dixwaze xwe Xwebûnê pêş bixîne. Ew mijar hemû di Rojnameya Xwebûnê de tê dayîn.”
Em pêvajoyê bi zimanê xwe bişopînin
Medya Balê anî ziman ku Çapemeniya Azad xizmeta aştîyê dike û wiha pêde çû: “Di wê çarçovê de niha bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek hatiye destpêkirin û ev pêvajo bi qasî ku Kurdan eleqadar dike, hemû Rojhilata Navîn eleqadar dike. Kurd aktorê sereke yê wê pêvajoyê ne dixwazin hin zêdetir bi zimanê xwe wê pêvajoyê bişopînin. Dema ku em lê dinêrin rojnameyê Kurdî, ajansên Kurdî û ragihandina Kurdî dibe xwedî giringiyekî. Ji ber ku divê ew pêvajo xwe bide nasîn, di gel xwe bide nas kirin, bide fêm kirin di wê çarçovê de erkek dikeve li ser mile Çapemeniya Azad û Çapemeniya Kurd ji ber wê yekê giringiyeke wî heye. Niha Xwebûn jî dixwaze bi nivîskarê xwe, nûçeyê xwe, hevpeyvînê xwe bi wê xetê bişopîne û ji bo wê tekoşînekî dide.”
‘Di sala nû de em ê bi hêztir bin’
Medya Balê di dawiya axavtina xwe de qala bername û planen peşiya Rojnameya Xwebune kir û got: “Ew bernameyên ku salên borî dabû destpêkirin û niha sekinîne em ê hewl bidin di sala nû de bidin destpêkirin. Dîsa ji bo ziman pêş bikeve û zarok hîn zêdetir karibin têkiliya bi ziman re xurt bikin, li ser Înstagramê û li ser Tîktokê em ê hewl bidin bernamayê xwe bidin destpêkirin ku bikarin wan jî tevlî ziman bikin. Her wiha ji bo serdema nû nivîskar tevlî me bibin, nivîskarên me yên dinivîsin dê berdewam bikin. Bi giştî ji bo sal a nû bêjin ku em ê bi hêztir bibin.”













