• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Heta daxwazên me pêk tên em ê çalakiya xwe bidomînin’

    ‘Heta daxwazên me pêk tên em ê çalakiya xwe bidomînin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 26ê HEZÎRANA 2026an

    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

    Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

    Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Heta daxwazên me pêk tên em ê çalakiya xwe bidomînin’

    ‘Heta daxwazên me pêk tên em ê çalakiya xwe bidomînin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 26ê HEZÎRANA 2026an

    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

    Hunermendên NÇMê banga tevlibûna mitîngê kirin

    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

    Xebatên ‘Mitînga Azadiyê’ li taxên Sûrê didomin

    Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

    Rojnameger Oznur Deger piştî îfadeyê hat berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bi sed hezaran serkeftina Amedsporê pîroz kir

Amed / AW

10 GULAN 2026 - 17:21
Kategorî: MANŞET, SPOR
A A
Amedspor îsal bi serkeftin û têkoşîneke dîrokî bû şampiyon û derket Super Lîgê. Pîrozbahiya Amedsporê ya serkeftinê li Qada Newrozê ya Amedê dest pê kir.

Tîma futbolê Amedspor îsal bi piştgiriya alîgirên xwe ve tevî hemû êrişên nijadperest û astengiyan serkeftinek dîrokî bi dest xist, bû şampiyon û derket Super Lîgê. Amedspor vê serkeftina xwe bi sed hezaran aligirên xwe yên ji Amed, bajarên derdorê wê, çar parçeyên Kurdistanê û derve hatine dê heya saetên dereng Qada Newrozê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê pîroz kir.

Daxuyaniya teqemeniyan

Amedspor bi daxuyaniyekê ji alîgirên xwe xwest fîşekên hewayî, maytap û teqemeniyan neynin li qada pîrozbahiyê. Ji 7 saliyê heta 70 saliyê sed hezaran alîgir bi pankar, forma û dovîzên xwe ve ji niha ve Qada Newrozê tije kirin. Pîrozbahî bi derketina Dj Ramazan Karakaş dest pê kir. Bi sed hezaran kes li qadê alên Amedsporê bilind kirin û govend gerandin. Piştre tîma bê asteng a Amedsporê ya ku di beşa basketbolê bi ser ket û ew jî di beşa xwe da derket Super Lîgê bi Dayika Aştiyê Nezahat Teke re kupa rakir.

Pîrozbahî bi konsera Beser Şahîn berdewam kir. Hunermend Beser Şahîn bi stranên xwe gel coşand.

‘Me ji nasnameya Amedsporê tavîz neda’

Piştî konserê Serokê Amedsporê Nahît Eren axivî. Nahît Eren di sêrî de Roja Dayikan pîroz kir û ev tişt anî ziman: “We kareke mezin bi ser xist. Me mezin qezenc kir, me bi hev re qezenc kir. Em bi hev re meşiyan û îro me ev kupa anî vî bajarî. Me tu carî baweriya xwe winda nekir, me baweriya xwe bi we anî. We em tu carî bi tenê nehiştin. Ma em zehmetiyan nekêşiyan? Ma em rastî êrîşan nehatin? Ma em nehatin dûrxistin? Belê, lê me tu carî ji nasnameya Amedsporê tawîz neda. Me li deplasmanan nûnertiya coşa vê qadê kir. Ev coş dê bedewiyekê bide Amedê. Ziman û nasnameya Amedsporê li aliyê aştî, xwişk-biratî, azadî û wekheviyê ye. Me bi hev re bi ser xist, me mezin qezenc kir.”

‘Nêrina azadîxwaziya jinê’

Piştre Cîgira Serokê Amedsporê Şeyda Arslantaş axivî û bi pîrozkirina Roja Dayikan dest bi axaftina xwe kir. Şeyda Arslantaş ev tişt got: “Mîmarê herî mezin ê vê serkeftinê hûn in. Me got Amedspor ji klûbekê mezintir e. Em nîşanî hemû cîhanê didin ku ev rastiyeke çiqas mezin e. Wekî encama nêrîna azadîxwaziya jinê, me têkoşîn da ku jin di rêveberiya werzîşê de bin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em hemû lîstikvanên tîma xwe ya jinan pîroz dikin. Hûn xeyala her zarokê ku dibêje ‘ez jî dikarim bikim’ pêk tînin. Amedspor klûbeke yekser e, klûbeke ku li dijî her cure cudakarî ye. Amedspor dê xwedîderketina li nêrîna azadîxwaziya jinê, xuyakirina astengdaran û pêkanîna xeyalên zarokan bidomîne.”

Piştî axaftinan, şandeya teknîkî û futbolvan bi çepik, tîlîlî û dirûşman derketin ser dikê. Futbolvanên ku yek bi yek hatin gazîkirin, tevî dayik û malbatên xwe silav dan alîgiran. Futbolvanên ku bi govendê derketin ser dikê, ji aliyê alîgiran ve bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Kaptanê Amedsporê Ece Kardeşler Roja Dayikan li hemû dayikan pîroz kir û diyar kir ku di şampiyoniyê de keda her kesî heye. Piştre bi çepik, tîlîlî û dirûşman madalya dan futbolvanan. Rêveberiya Amedsporê, şandeya teknîkî û futbolvanan bi coşeke mezin kupa rakirin. Di dema rakirina kupayê de fîşekên hewayî hatin teqandin û meşale hatin vêxistin.

Piştî merasimê, li ser navê rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya axivî û got: “Îro tenê tîmek derneteket Super Lîgê. Îro hêviya gelekî qezenc kir. Baweriya ku bi salan di dilê xwe de dihewand qezenc kir. Amedsporê karên pir mezin kirin. Serkeftina we pir mezin e û wekî şîrê dayikê yê spî li we helal be.”

Bi dronan li ezman nivîsên “Tîma gel”, “Em tên”, “Em bi hev re ser ketin” û “Şampiyon Amedspor” hatin nivîsandin. Piştî axaftinan sînevîzyona ku hatibû amadekirin hat temaşekirin.

Pîrozbahî bi stranên Koma Agirê Jiyan û hunermend Bajar berdewam kir. Alîgirên Amedsporê li ber stranan govend gerandin û alên tîma xwe li qadê bênavber hejandin.

Pîrozbahiya serkeftina Amedsporê heya derengiya şevê bi çoş û kelecanek mezin bi dawî bû.

Etîket: 4 alî Kurdistanalîgirên AmedsporêAmedsporPîrozbahiyên ŞampiyontiyêpiştgiriQada Newrozê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ala Amedsporê bi Pira FSMê ve hate daliqandin

Ala Amedsporê bi Pira FSMê ve hate daliqandin

22 HEZÎRAN 2026
Antrenorê Amedsporê: Em dixwazin zarok di futbolê de pêş bikevin

Antrenorê Amedsporê: Em dixwazin zarok di futbolê de pêş bikevin

17 HEZÎRAN 2026
Besnîk Hasî bû rahênerê Amedsporê

Besnîk Hasî bû rahênerê Amedsporê

10 HEZÎRAN 2026
Nahît Eren: Amedspor nasname ye, em ê xwedî li vê nasnameyê derkevin

Nahît Eren: Amedspor nasname ye, em ê xwedî li vê nasnameyê derkevin

2 HEZÎRAN 2026
Nahît Eren cara duyemîn bû serokê Amedsporê

Nahît Eren cara duyemîn bû serokê Amedsporê

1 HEZÎRAN 2026
Li dijî êrişa nîjadperest yekdengiya fîrmayên Kurdistanê: Şampiyon Amedspor

Li dijî êrişa nîjadperest yekdengiya fîrmayên Kurdistanê: Şampiyon Amedspor

28 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Teşhîsa şaş bû sedema texrîbatên giran!

    Teşhîsa şaş bû sedema texrîbatên giran!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çarçove qanûn dê piştî civîna NATOyê bê rojeva Meclîsê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Dayika Aştiyê Behiye Sevîm hate veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ala Kurdistanê û portreya Demîrtaş bû hinceta binçavkirina E.A ya 17 salî 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • MEBYA-DERa Êlihê civîneke gel li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Ewropayê pêl û bîlançoya germahiyê giran dibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Rezanê peyarê xira bûne: Dikandar nerazî ne, şaredarî dest bi xebatan dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (700)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne