Bi pêşengiya MEBYA-DERa Êlihê serdana şîna endama YJA-Starê Siyajîn Hesfîf kirin û di şînê de gotin: “Wê heta dawiya jiyana xwe dev ji soza xwe berneda. Ew rêça ku hevala Zîlan têde bû em ê jî bidomînin.”
Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYA-DER) li mala şînê ya Feqiyê Teyran a taxa Bayindirlikê ya Êlihê serdana şîna endama YJA-Starê Siyajîn Heskîf (Zîlan Yilmaz) ku hatibû ragihandin ku di 27ê Tebaxa 2019an de li herêma Avaşîn jiyana xwe ji dest dabû kirin. Rêveberên MEBYA-DERê, DEM Partiyê, DBPê, TJA, ARÎ-DER, TUAY-DER, Endamên Komeleya 78an, Endamên Dayîkên Aştiyê, MEBYA-DERa Mêrdînê û gelek endamên rêxistinên civakî beşdarî şînê bûn. Girseya ku ber bi mala şînê meşiyan dirûşmeya “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Piştre derbasî hundur bûn û dua xwendin û piştî xwendina duayan deqeyek ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin.
‘Em dibên şehîd namirin û bijî serok Apo’
Rêveberê MEBYA-DERê Şafî Ayatamûr li ser navê saziyê axivî û got: “Wan heta dawiya jiyana xwe li ber xwe da. Li ber dijminê dagirker û xwînxwar çok danenîn. Heta yek dilop xwîn di laşê wê de hebû di rêya heqîqetê de dewam kir. Wê soza xwe hata dawiya jiyana xwe berneda. Ew rêça ku hevala Zîlan têde bû em ê jî bidomînin. Ev rêça ku serokatî daye pêşiya me, gelê Kurd pê radibe pêya em ê dewam bikin. Em dibên şehîd namirin û bijî Serok Apo û bijî Kurd û Kurdistan.”
Şîn bi çûyîn û hatina gel didome.













