Li navçeya Bismilê ya Amedê, ji bo gerîlayên PKKê yên bi navê Bahtiyar û Hîkmet Bîtkîn ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, şîn hat danîn.
Li navçeya Bismilê ya Amedê, ji bo her du birayên gerîlayên PKKê Bahtiyar Bîtkîn (Gabar) û Hîkmet Bîtkîn (Ferhat) ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane û nasnameyên wan nû hatine eşkerekirin, şîn hat danîn.
Şîna ku ji bo her du birayan li Mala Şînê ya Mala Gel a Taxa Şentepeyê hat danîn, di roja yekem de ji aliyê gelek welatiyan ve hat ziyaretkirin. Hate diyarkirin ku wê qebûlkirina sersaxiyê sê rojan dewam bike.













