Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor ji bo helbestvan Arjen Arî pêşbirka helbestê dê li dar bixe. Serlêdanên ji bo pêşbirkê dest pê kir.
Helbestvanê Kurd Arjên Arî di 30ê Cotmeha 2012an de li Amedê ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor her sal ji bo Arjen Arî pêşbirka helbestê bi navê Arjen Arî li dar dixe. Serlêdana 13emîn pêşbirkê dest pê kir. Bi pêşbirkê tê xwestin ku berhemên wêjeyî yên giranbuha diyarî weşangerîya kurdî bike û piştgirî bê dayîn helbestvanên ciwan.
Lijneya pêşbirkê ev kes in: “Necla Arî, Berken Bereh, Gulîzer, Nûroj Mûnzûr û Emerîkê Sidîqayê ye. Serlêdanan li ser meîla wesanensor1@gmail.com tê qebulkirin. Serlêdan dê 1ê Nîsana 2026an bi dawî bibe.
Şert û mercên pêşbirkê ev in:
• Xelat dê bo berhemên bi zaravayê kurmancî hatî nivîsandin bê dayîn.
• Weke xelata pêşbirkê berhema ku bi ser bikeve dê ji hêla saziya ku vê pêşbirkê li dar dixe ve, ji hêla Weşanên Sor ve bê çapkirin.
• Her kesê ku heta niha pirtukeke wî/wê ya helbestê nehatibe çapkirin dikare serî lê bide.
• Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor dê bi hev re kesekîê ku ji bo parastin û pêşvebirina ziman û edebiyata Kurdî kar û xebat kiriye hilbijêrin û “xelata giramgiriyê/xelata rûmetê” bidinê.
• Berhemên ji hêla saziyek ve hatibe xelatkirin an di pêşbirkekê de xelat wergirtibe nikare tevlî pêşbirkê bibe.
• Berhemên ku tevli pêşbirkê bibin divê bi alfabeya latînî hatibin nivîsandin.
• Mafê lijneyê heye ku di dema çapkirinê de li ser berhema ku xelat wergirtiye guhertinan bike.
• Heke jurî ti dosyeyê hêjayî xelatê nebîne dikare xelat nede.
• Dosyeyên ku ji bo pêşbirkê bêne rêkirin divê di qabareya (hacm) pirtûkê de, herî kêm. 64 rûpel (4 form) bin.
• Dosye divê di dosyeyeke Wordê de bi fonta Times New Roman û bi mezinahiya 12 punto were nivîsandin û bi vî rengî were şandin.
• Dosyeyên ku li gor şertên jorîn nehatine şandin, dê bi tu awayî neyên qebul kirin.
• Di tu cîhekî dosyeyê de divê nav, nîşan, mahlas an jî tiştekî ku nasnameya xwediyê berhemê nîşan bide tune be.
• Şairên ku dê beşdarî pêşbirkê bibin, divê jînenîgarî û agahiyên têkiliyê yên xwe jî ji dosyeya helbestan cuda, bi belgeyekî din a Wordê re, di heman e-maîlê de bişînin.
• Encama pêşbirkê dê di 15ê Gulana 2026an de, yanê Roja Cejna Zimanê Kurdî bê aşkerekirin.
• Dosye dê bi rêya e-postayê (mail), bo navnîşana jêrîn bê şandin:
wesanensor1@gmail.com
• Serlêdanên rû bi rû nayên qebûlkirin.
• Endamên lijneya pêşbirka helbestê ya Arjen Arî, dê piştî encamê bizanin ka xwediyê berhemên ku dengê xwe dane wan kî ne.
• Kesên xwedî berheman divê heya 1ê Nîsana 2026an dosyeyên xwe bişînin.













