• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Êrîş ji berê ve hatibû plankirin

Navenda Nûçeyan / AW

23 KANÛN 2025 - 18:53
Kategorî: ROJANE
A A
Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyand ku êrîşa duh a komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî “ji berê ve hatibû plankirin” û got divê komên êrîşkar hesab bidin.

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkildarî êrîşa duh a komên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, daxuyanî da.

Rêveberê meclisê Mistefa Mihemed li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşa li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benîzêd berdewama êrîşa 6ê cotmehê û dorpêça ji 25ê îlonê ve bû.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev êriş berê plankirî û amadekirî bû, berî wê kehrebe û înternet hat qutkirin, hêzên “Ewlekariya Giştî” ji rêbendên kontrolê yên hevbeş vekişîn. Vekişandina hêzên hikûmetê ji ser bendan di dîmenan de hatiye belgekirin. Ev êriş hemwextî serdana şandeya Tirkiyeyê ji Şamê re pêk hat, armanca wan ew bû ku peymana 10ˊê Adarê têk bibin û biryara Sûriyeyiyan zeft bikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrişê tevahî cureyên çekên giran û navîn ji tank û obîsan hatin bikaranîn. Ev hemû çek li dijî gelê sivîlan bi awayekî bêserûber dihatin bikaranîn. Di encamê de jinek şehîd bûn û 19 kes jî birîndar bûn.

Meclisê di berdewama daxuyaniyê de got ku ew pabendî peymanên hatine îmzekirin in û dev ji parastina şêniyên herdu taxan û têkbirina hewldanên şikandina îradeya wan bernadin û bang li civata navneteweyî û hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku azadî û rûmeta mirovan biparêzin.

Di daxuyaniyê de hikûmeta demkî, bi taybetî parêzgerê Helebê li hemberî êrîşan û dorpêça li ser taxan wekî berpirs hat dîtin û hat gotin divê komên êrîşkar hesab bidin.

Di dawiya daxuyaniyê de ew bi jiyana hevbeş a bi salane bawer in û bang dikin ku li hember van êrîşên bi armanca derxistina fitneyan bisekinin.

Etîket: êrîşEşrefiyeplankirîŞêxmeqsûd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çalakiyên li dijî NATOyê: Gelek ciwan hatin binçavkirin

Çalakiyên li dijî NATOyê: Gelek ciwan hatin binçavkirin

29 HEZÎRAN 2026
Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

28 HEZÎRAN 2026
Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

27 HEZÎRAN 2026
YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

25 HEZÎRAN 2026
Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

22 HEZÎRAN 2026
Li Reqayê êrişkarekî xwe teqand

Li Reqayê êrişkarekî xwe teqand

15 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (816)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne