Enqere – Endamê Konseya Rêveber a KCKê Zubeyir Aydar derbarê raporên partiyên siyasî ku teslîmî komîsyonê kirinê de anî ziman ku raporên AKP, MHP û CHPê nikarê pirsgirêkê çareser bike û got: “Rapora her du partiyên desthilat divê bi guhere. Bi vê hişmendiyê tiştek nagihêje encamekê.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatiyê destpêkirin di merhaleya 2yemîn de ye. Ev merhale; pêvajoya derxistina qanûnên pêwîst ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd e. Partiyên siyasî yên di Komîsyona Meclîsê de ne, raporên xwe pêşkeşî komîsyonê kirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama dawî de derbarê derxistina qanûnan de “Qanûna hemwelatîbûna azad, Qanûna aştî û civaka demokratîk û Qanûnên azadiyê” weke prensîbên bingehîn a pêvajoyê pênase kir. DEM Partiyê jî di vê çerçoveyê de li ser esasê qanûnên hemwelatbûna wekhev, pêkhatina mafê perwerdehiya fermî ya zimanê dayikê, qanûnên entegrasyona demokratîk û qanûnên aştiyê raporek pêşkeşî komîsyonê kir.
AKP, MHP û CHP di rapora ku pêşkêşî komîsyonê kirin de cih neda mafên neteweyî yên gelê Kurd û qanûnên li dûrî çareseriya pirsgirêka Kurd peşniyar kirin. Komîsyona meclîsê dê piştî serê salê raporeke hevpar amade bike û pêşkêşî komîsyona meclîsê bike. Komîsyonê ku civîna xwe ya 20an li darxist xebatên xwe 2 mehan dirêj kir. Ji niha û şûn de komîsyon dê li ser esasê amadekirina metna hevpar xebatên xwe bidomîne.
Ji aliyê din Tirkiye li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefên xwe berdewam dike. Gefên Tirkiyeyê li dijî Rojava bandoreke neyînî li ser pêvajoyê dike û îhtîmala êrişan fikarên bi dawîbûna pêvajoyê bi xwe re tînê. Di nava van geşedanan de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku zêdetirî salekêye berdewam dike û derbasî merhaleya 2an bû. Raya giştî vê pêngavê ji nêzîk ve şopandine û meraq dike. Endamê Konseya Rêveber a KCKê Zubeyîr Aydar derbarê xebatên komîsyonê, merhaleya pêvajo gehiştiyê, raporên partiyên siyasî û gefên Tirkiyeyê li dijî Rêveberiya Xweser de pirsên Ajansa Welat (AW) bersivand.
*Partiyên siyasî yên di komîsyonê de ne, raporên xwe teslîmî meclisê kirin. Merhaleya ku pêvajo gehiştiyê û raporên partiyên siyasî ji çiqas çareseriyê re dikarin bibin bersiv?
Avabûna komîsyonê girîng e. Li gelek kesan jî guhdar kir. Li Girava Îmraliyê li Serok Apo jî guhdar kir. Ev gaveke girîng e. Partiyên siyasî yên di komîsyonê de ne, raporên xwe pêşkeşî komîsyonê kirin. Dema em li raporan dinêrin taybet rapora AKP û MHPê bi zimanekî serdest hatiye amadekirin. Weke ku têkoşîn bi dawî bûye û wekî teslîmgirtinê hatiyê nivisîn. Rapora AKPê weke ku pirsgirêk çareser kirine, hatiye amadekirin. Navê meseleyê jî weke meseleya Kurd penase nakin. Dema em li raporan dinêrin ji bo dema pêş tiştek xuya nake. Ji aliyê çareseriya meseleya Kurd ve wê çi bikin ne diyar e. Heta niha jî dibêjin; ‘Tirkiyeya bê teror’ ew jî navekî şaş e. Rewşa kesên çekên xwe danîne dê çi bibe ne diyar e. Dibêjin dê qanûnek taybet derxînin. Lê wê jî bi şert û endaman beş bi beş vediqetînin. Ew ne tiştekî di cih de ye.
Di rapora MHPê de parastina netew dewletê dike. Qala pirsgirêka Kurdan jî nehatiyê kirin. Dibêjin di desturê de tu guherîn ne hewceye û nav li pirsgirêka Kurdan nekiriye. Bi zimanekî serdest hatiyê amadekirin û dibêjin kesên çek berdane jî nikarin tevlî siyasetê bibin. Pirsgirêk bi vî awayî çareser nabin. Bi vî awayî bi vî zimanî pirsgirêk çareser nebe. Rapora her du partiyên desthilat divê biguhere. Bi vê hişmendiyê tiştek nagihêje encamekê. Divê ew hişmendî biguhere. CHP dibêje pirsgirêka Kurd heye. Lê di çerçoveyeke li gorî pêdiviyên xwe amade kiriye. Navê pirsgirêkê datînê lê peşniyar nake. Yên li çiyê ne, dê çawa bên û çi bikin? Careserî li heviya desthilatê hiştine. Ozgur Ozel bersiv dide Devlet Bahçelî dibêje, ‘Ez ji we re dewletê waad dikim ku Kurd jî bibin hevkarê dewletê’ lê bi van peşniyariyan Kurd nabin hevkarê dewletê. Li ser ziman, çand û mafên neteweyî ya Kurdan tiştek tune ye. Rapora Koma Yenîyolê li gor raporên partiyên din ji aliyê ziman û hemwelatîbûnê ve pêştir e. Lê divê ew jî hinek cesaret bibin. Rapora DEM Partî dikare ji pirsgirêkê re bibe bersiv.
*Komîsyona meclîsê xebatên xwe 2 mehan dirêj kir. Divê komîsyon gavên çawa biavêje?
Komîsyonê 2 mehan xebat dirêj kir. Dê raporê binivisînin. Hêviya me ew e ku rapor li gor peşniyarên AKP û MHPê neyê amadekirin. Heke pirsgirêka Kurd tune be em çi dikin. Ev mesele pir girîng e. Ne tenê pêşroja Kurd û Tirkan e. Ya hemû welatên herême diyar dike. Divê bi wê perspektîfe bê nivîsandin. Çawa dibêjin xwîşk û biratî, divê li gor wê binivisînin. Divê ji nû ve bê muzakerekirin û ji nû ve be danîn. Divê Kurd xwe di vê pêvajoyê de bibînin. Kurd jî xwe di nava hiqûqa dewletê de bibînin, weke netew werin penasekirin. Divê cîddî li ser bisekinin. Divê rola Serok Apo bê dîtin û pêşya Serok Apo bê vekirin. Divê mafê Kurdan ên neteweyî, ziman û rêveberiyê pêk were.
*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qala “Qanûnên azadiyê, qanûnên hemwelatbûna azad û qanûnên aştî û civaka demokratik” dike û weke prensîbên pêvajoyê pênase dike. Gelo ew qanûn çi ne û ji bo pêkhatina van qanûnan hewceyî bi gavên çawa heye?
Qanûnên azadî û entegrasyonê ku Kurd bikarin bikevin nava hiqûqê hewcene. Yek, yên şer kirine, yên di zindanan de ne, yên li derveyî welat in ji bo wan qanûneke azadiyê derbikeve. Her wiha divê mafên wan jî bên mîsogerkirin û ew jî bikaribin siyasetê bikn. Bi vê yekê hem ew entegre bibin û hem jî Kurd entegreyî vê dewletê bibin. Yanî nasnemeya Kurdî bên qebûl kirin. Astengiyên li pêşiya çand, ziman û mafên neteweyî yên Kurdan bên rakirin û Kurd tevlî hiqûqê bibin. Yanî di pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê de reformek hewce ye. Heke ew pêk neyê pirsgirêk jî nayê çareser kirin. Hîn peymanên navneteweyî hene ku Tirkiye şerh daniyê ser. Divê Tirkiye wan şerhan rake û wan xalan jî pêk bînin. Peymana mafê zarokan qebûl kirine lê şerh danînê li ser perwerdehiya zimanê dayike. Divê wan şerhan rakin. Bi vî awayî pirsgirêk çareser dibe.
*AKPê di rapora xwe de tevlîbûna Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) a hikumeta Şamê weke şertek pênase dike û Rêveberiya Xweser jî weke tehdit bi nav dike. Helwesta Tirkiyeyê ya li dijî Rêveberiya Xweser bandoreke çawa li ser pêvajoyê dike? Ji aliyekî gef xwarin û ji aliyê din ve jî aştî pêkan e gelo?
Na çênabe. Tirkiye heke dê bi Kurdan re li hev were wê demê divê hemû bi Kurdan re li hev bê. Divê bi Kurdên Başur, Rojava û Rojhilat re jî li hev were. Qala xwîşk-biratiya hezar salan dikin û li Sûriyê jî dibêjin bila Kurd teslîmî rejîmê bibin. Ew rejîmeke demokratîk e ku Kurd baweriya xwe lêbînin û tevlî bibin. Êrişên li ser Kurdan, Durziyan û Elewiyan aşkere ye. Kurd heke xwe neparêzin dê çawa li wê herême bijîn. Eger em xwîşk û bira ne çima gefan li Rojava dixwin? Çawa xwedî li Tirkên derve derdikevin divê wê hesasiyetê ji bo Kurdan jî nîşan bidin. Bi Şamê re hevdîtin kirin. Heta Şamê çûn, çima neçûn Hesekê û bi Rêveberiya Xweser re runeniştin? Divê ew helwest bê guherandin. Heke heta niha bi Şamê re peymanek pêknehatibe sedema wê rola neyînî ya Tirkiyê ye. Kurd wan gefan qebûl nakin.

*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku muzakerevanê sereke yê pêvajoyê ye, lê heta niha şert û mercên wî yên xebatê nehatine rastkirin. Ji bilî DEM Partî di raporên partiyên siyasî de bi awayekî şênber ji bo mafê hêviyê cih nehat dayin. Ev li pêşiya pêvajoyê kelemên çawa derdixîne holê?
Yê ku ji aliyê Kurdan ve pêvajo dayê destpêkirin Serok Apo ye. Yê ku kongreya fesîhê pêkaniye û şer rawestantiye Serok Apo ye. Tevgerê jî Serok Apo muzakerevanê sereke yê pêvajoyê qebûl kiriye. Gelê Kurd jî wî dişopînê qebûl bike. Ji bo wê jî madem tu bi Kurdan re pêvajoyekê dimeşîne wê demê divê muzakerevanê sereke yê Kurdan jî serbest be. Heta niha ji xeynî şandeya DEM Partî û dewletê nekariyê bi çapemenî û derdoreke din re hevdîtinê bike. Ew nayê qebûlkirin. Madem em muzakereyeke dimeşînin wê demê divê muzakerevanê sereke di şertên azad de bi hemû derdoran re bikevin tekiliyê. Ew şertekî pêvajoyeyê ye. Lê heta niha şert û mercên Serok Apo nehatinê başkirin. Hertim dibêjin dê çareser bibe. Lê heta niha tiştek tune ye. Heta niha sekreteryayeke wî jî tune ye. Nikare bi çapemeniyê re hevpeyvînekê bike. Komîsyon çû baş bû lê gotinên wî jî hemû parve nekirin. Îzolasyon xizmeta pêvajoyê nake. Ji bo me jî gava sereke azadiya fizîkî ye.
*Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş di civîna dawî de bal kişand ser geşedanên li herêmê û xwest destê xwe zû bigirin. Di rewşa heyî de xetereyên çawa li pêşiya pêvajoyê hene? Gelo zû meşandina pêvajoyê ne erka komîsyonê ye. Hûn gotinên Numan Kurtulmuş çawa dinirxînin?
Li herêmê şerek heye. Şerê Xazeyê bi dawî nebûye. Mijara Îranê û Iraqê heye. Şerê Ukrayna û Rusyayê jî çareser nebûye û heta ber sînorê Tirkiyeyê hatiye. Dronên Rusyayê heta nêzîkî Tirkiyeyê hatine. Numan Kurtulmuş jî bal kişandiye ser vê yekê û hewcehiya çareseriyê bi lêv kiriye. Em jî dibêjin werin em li ser esasê xwîşk-biratiyê vê meselê bi awayekî ji dil çareser bikin û vî agirî dûr bixin. Madem van gotinan dikin wê demê destê xwe zû bigirin. 15 meh in pêvajoyê dest pê kiriye. Heke destê xwe zû bigirtina niha mesele çareser bibûya û em hemû li welatê xwe bûna. Niha Serok Apo li Amedê bûya. Mijara Rojava çareser bibû. Em amade ne. Madem hûn wisa dibêjin destê xwe lez bigirin ku em vê meselê bi hev re çareser bikin.
Em ji gelê Kurdistanê re dibêjin. Em dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin. Em ji dil in. Lê em dixwazin vê meselê weke Kurd çareser bikin. Bila gelê me baweriya xwe ji Serok Apo bînin û em di vê mijarê de bi hev re bimeşin. Muzakere jî têkoşîn e. Ew ne dawiye û destpêkeke nû ye û em dixwazin destpêk û rûpeleke nû vekin. Vê meselê bi serbilindî çareser bikin.















