* Girtiyê 30 salî Metîn Toprak û Ramazan Taş ê ku 11 sal in girtî ye dê ji Girtîgeha Kiriklarê ya Îzmîrê bên berdan (10:00)
* Komeleya Piştgiriyê û Rêvebirina Karesetan dê 1emîn kongreya xwe ya awarte li ÇandAmedê li dar bixe. (13.00)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê di salvegara 14emîn ya Komkujiya Roboskiyê de dê li pêşiya Plazaya AZC ya Ofîsê daxuyanî bide. (13:00)
* 34 welatiyên ku li Roboskiyê ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatibûn qetilkirin dê di 14emîn salvegera komkujiyê de bi tevilbûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayirdir li ser gorên xwe werin bibîranîn. (13.00)
* Amedspor û Igdirspor dê di hefteya dawî ya dewreya Lîga 1emîn de li Stada Tahîr Elçî ya Amedê werin hemberî hev. (19:00)













