Li bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfê rêya 356 gundan ji çûn û hatinê re hatin girtin.
Li bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde, rêya 356 gundan ji çûn û hatinê re hatin girtin. Li bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde bi sedan rê hatin girtin. Li Wanê rêya 210, li Sêrtê rêya 74, li Colemêrgê rêya 12, li Xarpêtê rêya 14, li Çewlîgê rêya 20, li Şirnexê rêya 15 gundan û li Qersê jî rêya 41 gundan ji çûn û hatinê re hat girtin.
Li bajarê Qersê jî, ji ber barîna berfê rêya 41 gundan ji çûn û hatinê re hat girtin. 4 gundê girêdayî navenda Qersê, 3 gundên girêdayî Şuregelê, 15 gundên girêdayî Zarûşadê, 6 gundên girêdayî Dîgorê, 5 gundên girêdayî Qaxizmanê û 8 gundên girêdayî navçeya Qamuşanê ji çûn û hatinê re hatin girtin.













