Hejmara 315an a Rojnameya Xwebûnê bal kişand ser mitînga “Azadî û Hêviyê” ya 4ê Çile ku di destpêka sala 2026an de tê lidarxistin û bi manşeta “Sala Hêvî û Azadiyê” derket.
Rojnameya Xwebûnê ku 6 sal li pey xwe hişt, bi hejmara 315an gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê vê hefteyê manşeta “Sala Hêvî û Azadiyê” derxist pêş û cih da hevpeyvîna ku li ser armanc û girîngiya mitînga “Hevî û Azadiyê” ku di 4ê Çile de li Qada Îstasyona Amedê bê lidarxistin. Rojnameya Xwebûnê dîsa vê hefteyê cih da nivîsên Nivîskar Mulkiye Bîrtane, Hisên Çatikkaş, Prof. Dr. Abdullîlah Polat, Felemez Ulug, Salîh Keleş, Medya Bal, Hesen Huseyîn Denîz û Mamoste Silêman. Nivîskaran bi nivîsên xwe bal kişandin ser geşedanên siyasî û civakî.













