* Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibata 2025an de derbasî merhaleyeke nû bû di sala 2026an de jî dê rojeva sereke be. Komîsyona li Meclîsê ava bûye dê metneke hevpar ji bo amadekirina qanûnan bişîne Desteya Giştî ya Meclîsê. Bi vê yekê re tê payîn ku pêvajo bi çêkirina qanûnan re derbasî merhaleyeke nû bibe.
* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî hevdîtin li Îmraliyê hatin kirin heta niha bi rêya malbat, parêzer û rêyên din gelek peyam, name şandin. Di hemû peyam û bangan de; aştî, demokrasî, tifaq, yekîtî, edalet, têkoşîna û rêxistinkirina gelan xwest. Di van peyam û bangan de; banga 27ê Sibatê û 9ê Tirmehê mohra xwe li dîrokê xist.
* Endam û rêveberên Saziyên Zimanê Kurdî bi boneya mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya ku di 4ê Çileya 2026an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin banga tevlibûna mitîngê kirin û gotin: “Girîngiya beşdarbûna mitîngê gelek û divê her kes tev li bibe.”
* Rêveberê KURDÎGEHê Çetîn Ergîn, behsa rewşa zimanê Kurdî ya li Serhedê kir û got: “Daxwaza gel ya ji bo perwerdehiyê û statuya Kurdî pirr zêde ye.”
* Rojnameger û nivîskar Sefkan Kobanê têkildarî operasyona li dijî DAIŞê ya li bajarê Yalovayê û bajarên din pêk hat axivî û destnîşan kir ku Tirkiye polîtîkayeke şerekî taybet dimeşîne.
* Berdevkê Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê Sabrî Kiliç diyar kir ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê qala aştî û avakirina civaka demokratîk tê kirin lê xebatên sermayayê ya talankirina xwezayê didome û got: “Em ê aştî û nirxên komunalê ava bikin û li her derê bikin daristan. Em ê komunên ekolojîk ava bikin û li dijî sermayeyê têbikoşin.”
* Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û Tora Li Dijî Tundiyê ya Amedê dê têkildarî 11emîn Pakêta Darazê li pêşiya Edliya Amedê daxuyanî bide. (12.30)













