Şaredariya Kerboranê ya Mêrdînê ji bo gelê Kerboranê zehmetiyan nekişînin li navçeyê paqijiya berfê bênavber didomîne.
Piştî barîna berfê ya zêde ku bandor li tevahiya navçeyên Mêrdînê kir, Şaredariya Kerboranê ji bo dabînkirina veguhestina ewle ya welatiyên xwe, bênavber xebatên xwe yên paqijkirina berfê didomîne. Ekîbên şaredariyê bi giranî xebatên paqijkirina rêyan, kolanên teng, navenda navçeyê, tax û gundan didomîne. Hevşaredar Asya Gezer, ligel endamên meclîsê û karmendên şaredariyê, xebat kontrol kirin û beşdarî paqijkirina berfê bûn. Şaredariya Kerboranê ragihand ku ew ê 24/7 hewldanên xwe bidomîne da ku welatî ji ber şert û mercên zivistanê zehmetiyan nekişînin.














