Fermandarê Giştî yê HSDê serdana nuqteyên leşkerî yên şervanên HSDê kir, spasiya şervanan li ser fedakarî û rola wan a parastina herêmê kir û sala nû li wan pîroz kir.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bi boneya sala nû ya 2026an serdana nuqteyên leşkerî kir.
Mazlûm Ebdî sala nû li şervanan pîroz kir û spasiya fedakarî û spasiya şervanan li ser rol û fedakariyên wan ên parastina deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Navenda Ragihandina HSDê wêneyek Mazlûm Ebdî ku di nava şervanên keç û xort de li nuqteyeke leşkerî rûniştiye parve kir.












