Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî di civîna ligel şervanên dîlgirtî yên hatin berdan de anî ziman ku hewldanên wan ên azadkirina tevahî dîlgirtiyan didomin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî li bajarê Kobanê bi şervanên dîlgirtî yên hatin berdan, malbatên dîlgirtiyan û yên şehîdan re civiya.
Malbatên dîlgirtiyan xwestin aqûbeta zarokên wan were aşkerekirin û hewldanên vegerandina wan werin lezandin. Malbatan nêzîkatiyên hikûmeta demkî yên derengxistina serbestberdana dîlgirtiyan jî rexne kirin.
Mazlûm Ebdî diyar kir ku dosyaya dîlgirtiyan armanca pêşîn a hêzên wan e û got ku hêzên wan bi domdarî vê dosyayê dişopînin û hewl didin encamên şênber di zûtir dem de pêk werin.
Mazlûm Ebdî da zanîn ku xebatên ji bo azadkirina tevahî dîlgirtiyan di demeke nêzî de dewam dikin.
Fermandarê Giştî yê QSDê Mazlûm Ebdî, malbatên ku zarokên wan di êrîşên 6ê Çileya îsal de şehîd bûne jî ziyaret kir û sersaxî ji wan re xwest.
Ebdî anî ziman ku QSDê fedakariyên ku zarokên wan di parastina herêmê de dane teqdîr dike.














