Nûnera Taybet a Sûriyê ya Îngîlistanê Ann Snow diyar kir ku agirbesta demkî ya li Helebê bi erênî pêşwazî dikin û wekî Îngîlistan banga dirêj kirina agirbestê dikin.
Êrişên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê dem bi dem didome. Piştî bangawaziya mayîndekirina agirbestê ya DYA, Kanada û Fransayê, Îngîlistanê jî banga dirêjkirna agirbestê kir. Nûnera Taybet a Sûriyê ya Îngîlistanê Ann Snow li ser hesaba xwe ya fermî ya Xê parvekirinek têkildarî mijarê weşand. Snow diyar kir agirbesta demkî ya li Helebê pêk hat gelek erênî dibînin û wiha got: “Ji bo êşa sivîlên jiyana xwe destdane kêm bibe, em dirêjkirina agirbestê teşwîq dikin. Ingilîstan ji bo parastina sivîlan û pêkanîna Peymana 10ê Adarê domandina diyalogê gelek girîng dibîne.”













