Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bang li rejîma Îranê kir dev ji êriş û komkujiyan berde.
Neteweyên Yekbûyî li ser navê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres daxuyaniyeke nivîskî da. Di nivîsê de Antonio Gutereres da zanîn ku di rojên dawî de li gorî raporên tên hejmareke zêde ya xwepêşanderan hatine kuştin û bi lêv kir ku ji ber van encaman bifikarin. Antonio Guterres ji rejîma Îranê xwest ku ew tundiyê li xwepêşanderan neke û li dijî xwepêşanderan çekan bikarneîne.
Mafê azadiya raman û rêxistinkirinê heye
Antonio Guterres diyar kir ku divê gelên li Îranê karibin rexne û daxwazên xwe rehet bînin ziman û wiha got: “Azadiya raman, azadiya xwebirêxistinkirinê û xwepêşandanên aştiyane mafê herkesiye û ev bi zagonên navneteweyî tên parasin. Divê Îran jî ji vana ra rêzdar be.”
Guterres: Înternet nebe nabe
Antonio Guterres bang li rayedarên rejîma Îranê kir ku rejîm dev ji êriş û komkujiyan berde û rê li ber ragihandina înternetê veke da ku derfetê parvekirina agahiyan pêk were.
Herî kêm 538 kes hatin kuştin
Li aliyê din saziyên mafên mirovan û gelek hesabên medyaya dijîtal bal kişandin ser tundiya ku rejîm li dijî xwepêşandêran pêk tîne. Hate ragihandin ku hejmara kuştiyan herî kêm 538 kes in û ji van 48 kes çekdarên rejîmê ne. Lê rayedarên rejîma Îranê derbarê kuştiyan de tu agahiyan nade. Hate diyarkirin ku di xwepêşandanan de heta niha zêdetirî 10 hezar û 600 kes hatine binçavkirin.













