Li navçeya Qerekopruyê ya Rihayê, di avahiyeke 10 qatî de şewat derket. Ji ber dûmanê 7 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin, li taxa Mehmetçîk a navçeya Qerekopruyê ya Rihayê, di dikaneke dekorasyonê ya li binê avahiyeke 10 qatî de bi sedemeke nediyar şewat derket. Di demeke kurt de agir mezin bû û li qatên jor belav bû. Li ser agahdarkirinê, hejmareke zêde agirkuj, polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Bi mezinbûna şewatê re, şeniyên apartmanê di nava dûmana gur de man. Welatiyên li derdorê û tîmên rizgarkirinê alîkarî dan û şeniyên avahiyê derxistin derve. Hate hînbûn ku di dema midaxeleyê de, yek jê agikuj bi giştî 7 kes ji ber dûmana gur bandor bûn û birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê di ambulansan de midaxaleyî 3 kesan kirin û 4 kesên din jî ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê.













