Nûçegihanê ajansa me Nedîm Oruç du roj in li Şirnexê di binçavan de tê ragirtin.
Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Orûç di 14ê Çile de li taxa Nûrê ya Cizîrê dema xwepêşandanên li dijî êrişên ser Rojava dişopand, ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatibû binçavkirin. Nûçegihanê me Nedîm Oruç du roj in li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê di binçavan de tê ragirtin. Duh biryara dirêjkirina binçavkirina Oruç hatibû dayîn.
Parêzeran li gel Oruç hevdîtin pêk anî û parêzeran ragihand ku rewşa wî baş e û ew li bendê ne ku îfadeyên wî yên li Midûriyeta Polîsan bê wergirtin.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) jî li ser Xê û Instagramê têkildarî binçavkirina Nedîm Oruç postan parve kir û diyar kir ku hevpîşeyê wan Nedîm Oruç bi lêdanê hatibû binçavkirin û du roj in di binçavan de tê ragirtin. DFGê xwest Nedîm Oruç demildest were berdan û destnîşan kir ku rojnamegerî ne sûc e.










