Amed – Serokê Amedsporê Nahît Eren diyar kir ku ew ê bi rêveberiya nû, îstîşareya Amedsporê û bi piştgiriya saziyên Amedê, dê pirsgirêkan çareser bikin û wiha got: “Amedsporê çawa di nav dilê gelê me de cih girtibe, em ê xebatên xwe jî bi wî awayî bidomînin. Ji bo Amedsporê çi ji destê me bê, em ê bi cih bînin.”
Amedspor a ku di Lîga 1emîn de bi ser ket û derbasî Lîga Superê bû kongreya xwe ya giştî ya asayî li dar xist. Nahît Eren cara duyemîn bu serokê Amedsporê. Serokê qlubê Nahît Eren derbarê siberoja Amedsporê de ji Ajansa Welat re axivî.
‘Amedspor wê xwe xurttir bike’
Nahît Eren diyar kir ku Amedspor bi derketina Lîga Superê re xwe nû dike û wiiha got: “Em di kongreya xwe de bi lîsteyeke nû xwe ji nu ve ava dikin. Li gor wê lîsteyê, di Lîga Superê de em ê amadekariyên xwe bidomînin. Ji ber ku di demeke nêz de wek tê zanîn Lîga Super dest pê dike. Lê belê gerek e Amedspor îro ji vê kongreya xwe bi xurtir derkeve û bi xebatên xwe, xwe amade bike ji bo Lîga Superê.”
‘Gelê Kurd bi çavê nasanmeyekê li Amedsporê dinêre’
Nahît Eren da zanîn ku Amedspor di dilê tevahiya gelê Kurd de cih digire û wiha bi lêv kir: “Bi milyonan alîgirên Amedsporê hene. Li Tirkiyeyê û tevahî cîhanê Kurd li her derê piştgiriya Amedsporê dikin. Ji ber wê cihê Amedsporê cuda ye. Gelê Kurd bi çavê nasanmeyekê li Amedsporê dinêre. Tişta ku heye, tevahiya Kurdan Amedsporê dişopînin, piştgirî didin û pir jê hez dikin. Em vê yekê li her derê dibînin.”
‘Piştî kongreyê rasterast em ê biryara xwe bidin û transferên xwe temam bikin’
Nahît Eren anî ziman ku dema ku lîg xelas bû wan komîsyonek ava kir û armanca vê komîsyonê heta niha, li ser aliyê teknîkî xebatên xwe domandine û wê di demek nêz de dest bi transferên nû bikin û wiha pê de çû: “Bi rastî îro di kongreyê de dema rêveberiya berê xelas bû, rêveberiya nû, li gora raporekê ku heta niha amade bûye wê biryarê bide. Hem ji aliyê mamoste û hem ji aliyê lîstikvanan lîsteyeke me ya fireh heye. Piştî kongreyê rasterast em ê biryara xwe bidin û transfera xwe temam bikin.”
‘Ji bo Amedsporê çi ji destê me bê, em ê bînin cih’
Herî dawî Nahît Eren bi lêv kir ku mîsyona Amedsporê de her çiqas rêveberî bê guhertin jî, mîsyona xwe winda nake, nasnameya xwe winda nake û ev yek anî ziman: “Di nav dilê gelê me de Amedspor çawa cih girtibe, xebatên xwe wê bi wî awayî bidomîne. Bi rastî li pêşiya me xebateke zor heye. Wekî sala çuyî me got, lîgeke zor e, Lîga Super e. Armanca me ew bû ku Amedspor di sala yekemîn de li wir cih bigire. Bi rastî ji bo aliyê transferan, ji aliyê sazbûn, tesîsbûn û nûbûnê xebateke fireh li pêşiya me ye. Lê ez bawer im Amedspor hem bi rêveberiya xwe ya nû, bi îstîşareya xwe û hem bi piştgiriya saziyên Amedê, dê pirsgirêkan çareser bike. Heta îro me çawa Amedspor şopandibe, bi wî awayî em ê şopandina xwe bidomînin. Ji bo Amedsporê çi ji destê me bê, em ê bînin cih.”












