• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Gelê Silêmaniyê ji bo Rojava li ser piyan e

    Gelê Silêmaniyê ji bo Rojava li ser piyan e

    Êrişên li dijî Rojava li Manîsayê hate şermezarkirin

    Êrişên li dijî Rojava li Manîsayê hate şermezarkirin

    Çete bi doçkayan êrişî malên Dêr Hafirê dikin

    Li gundekî Eyn Îsayê hewldana çeteyan hat têkbirin

    ‘Ji bo gelê Başûr karibe biçe Rojava deriyê Sêmalka vekin’

    ‘Ji bo gelê Başûr karibe biçe Rojava deriyê Sêmalka vekin’

    Rêveberiya Xweser bang li hezên garantor kir ku erkên xwe bi cih bînin

    Rêveberiya Xweser li Cizîrê qedexeya giştî ya çûn û hatinê ragihand

    HSD: Îdiayên desthilata Şamê bêbingeh in

    Li Girê Sîryatêlê gelek çete hatin kuştin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Gelê Silêmaniyê ji bo Rojava li ser piyan e

    Gelê Silêmaniyê ji bo Rojava li ser piyan e

    Êrişên li dijî Rojava li Manîsayê hate şermezarkirin

    Êrişên li dijî Rojava li Manîsayê hate şermezarkirin

    Çete bi doçkayan êrişî malên Dêr Hafirê dikin

    Li gundekî Eyn Îsayê hewldana çeteyan hat têkbirin

    ‘Ji bo gelê Başûr karibe biçe Rojava deriyê Sêmalka vekin’

    ‘Ji bo gelê Başûr karibe biçe Rojava deriyê Sêmalka vekin’

    Rêveberiya Xweser bang li hezên garantor kir ku erkên xwe bi cih bînin

    Rêveberiya Xweser li Cizîrê qedexeya giştî ya çûn û hatinê ragihand

    HSD: Îdiayên desthilata Şamê bêbingeh in

    Li Girê Sîryatêlê gelek çete hatin kuştin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KCK: Piştgiriyê bidin banga seferberiya li Rojava

Navenda Nûçeyan / AW

18 ÇILE 2026 - 15:48
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Konseya Rêveber a KCKê ku derbarê êrişên li ser Rojava de daxuyaniyek belav kir, da zanîn ku divê her Kurd van êrişan li dijî xwe bibîne û bersivê bide banga seferberiyê.

Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK), derbarê êrişên çeteyên HTŞê û SMOyê yên li ser rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî parve kir. KCKê di daxuyaniyê de êriş weke komployekê nirxand û got ku ev êriş bi piştgiriya dewleta Tirk ji aliyê çeteyên HTŞê û Tirkiyeyê ve têne kirin. Her wiha KCKê bal kişand ser banga seferberiyê ya ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatiye ragihandin û destnîşan kir ku divê her Kurd bersivê bide vê bangê.

Daxuyaniya KCKê wiha ye:

“Piştî êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê, êriş li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî hatin destpêkirin. Ev êriş bi piştgiriya dewleta Tirk ji aliyê çeteyên HTŞê û Tirkiyeyê ve têne kirin. Ev êriş di şexsê Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de komployek e ku li hemberî Kurdan û gelên herêmê hatiye kirin. Hêzên navneteweyî jî ku ji aliyê leşkerî û siyasî ve li herêmê ne, bi polîtîka û helwestên xwe bûne şirîkê vê komployê.

Rêber Apo peyamek ji rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re şand ku ji bo kêmkirina rageşiya li Sûriyeyê hin gavên cihê baweriyê biavêje. Her wiha bang li rêveberiya Şamê kir ku xwe ji şer vegire. Dewleta Tirk jî zane ku ev bang hatine kirin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û HSDê xwe amade dikir ku hin gavên girîng biavêje, lê belê li ser taxên Kurdan ên li Helebê êriş hatin kirin. Rayedarên Rêveberiya Xweser diyar kirin ku 4ê Çileyê di hevdîtina di bin çavdêriya rayedarên DYEyî de encameke erênî bi dest ketibû, lê belê Şeybanî yê di bin bandora Tirkiyeyê de ye dest li vê civînê werda û nehişt ku daxuyaniya hevpar bê dayin. Bi vî rengî peyman û lihevkirin hate sabotekirin û êrişên li ser taxên Kurdan destpê kirin. Ev rastî nîşan dide ku êriş berê hatiye plnakirin, hevdîtin jî weke rêbazeke mijûlkirinê hatiye bikaranîn.

Dewleta Tirk bi awayek çalak cih girtiye

Di plankirin û meşandina vî şerî de dewleta Tirk bi rengekî çalak cih girt. Lîderê HTŞê Colanî ji destpêkê ve bi feraseteke tekperest û pavşerû timî gef li Kurdan xwar, bersiv neda hewldanên lihevkirinê yên rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xwest, serî li ber desthilatdariya zordar bide tewandin. Ev êriş ji bo belavkirina rêveberiya xweser e, ku ji aliyê Kurd, Ereb, Suryan û gelên din ve bi feraseta neteweya demokratîk hate avakirin. Tê xwestin, li Sûriyeyê sîstemeke faşîst bê avakirin ku xwe dispêre baweriya yekperestiyê û yek neteweyê. Ev mejî Sûriye jî di nav de li tevahiya Rojhialta Navîn êrişek li ser jiyana bi hev re ya xwişk û biratiyê ya gelan û baweriyan e. Bi vî rengî tê xwestin pêşî li feraseta neteweya demokratîk bê girtin ku wê aramî û aştiyê bîne Rojhilata Navîn.

Gelan ji bo berjewendiyên xwe dikin qurban

Van êrişan careke din nîşan dan ku hêzên navneteweyî yên kapîtalîst modernîst ji bo berjewendiyên xwe dikarin her cûre nirxan binpê bikin. Kurdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şerê li dijî DAIŞê de zêdeyî 10 hezar şehîd û bi deh hezaran birîndar dan. DAIŞê li dijî mirovahiyê şerek da destpêkirin; kurdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina mirovahiyê li dijî DAIŞê li refên herî pêş şer kirin. Hêzên navneteweyî di vê pêvajoyê de ketin nava wê helwestê ku li gel Kurdên berxwedêr cih bigirin. Berjewendiyên xwe di vê yekê de dîtin, lê belê piştî ku DAÎŞ hate têkbirin, piştgiriya pêwîst nedan têkoşîna jiyana demokratîk û azad a Kurdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji bo berjewendiyên xwe Colanî li Şamê kir desthilatdar û li şûna gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê yên ku li dijî DAIŞê zêdeyî 10 hezar şehîd û bi dehan hezar birîndar dan, piştgirî dan HTŞê ya xwedî mejiyê DAIŞê. Bi vî rengî her cûre nirxên exlaqî, wijdanî û moralê bi rengekî durûtî binpê kirin. Gelan careke din ji bo berjewendiyên xwe dikin qurban.

Kurdan bi feraseta neteweya demokratîk li gel Ereb, Suryan û gelên din modeleke mînak a ji bo Rojhilata Navîn ava kirin. Lê rêveberiya HTŞ bi êrişa li ser Elewiyan, Durziyan û Kurdan hewl dide ku vê qada demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn ji holê rake. Hêzên navneteweyî jî bi piştgiriya ku didin HTŞê raxistin pêş çavan bê Rojhilata Navîn a çawa dixwazin. Bi vî rengî mijara mafên jinê û demokrasiyê tenê maskeya li ber rûyê wan e.

Ev êriş komployek li dijî hemû Kurdan e

Ev êriş ne tenê li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, li ser tevahiya Kurdan komployek e. Naxwazin ku Kurd li ti cihî bibe xwedî îrade û hêz. Bi taybetî hêzên qirker û dijminê Kurdan li her derê êrişî destketî û rêxistiniya Kurdan dikin û dixwazin hebûna Kurdan ji holê rakin. Kiryarên li Sûriyeyê yên li dijî Kurdan têne kirin, dewama vê polîtîka û ferasetê ye. Lewma divê Kurd hemû van êrişan li dijî xwe bibînin, helwest û yekîtiya neteweyî di vê demê de nîşan bidin. Li Rojava, Bakur, Başûr û derveyî welat gelê me li hemberî van êrişan rabûye ser piyan. Ev rabûna li ser piyan divê bê mezinkirin. Divê Kurd vî şerî weke şerê hebûn û rûmetê bibîne û bi hemû derfetên xwe beşdarî nava vê têkoşînê bibin. Lewma divê gelê me yê li hemû parçeyên Kurdistanê bersivê bide banga seferberiyê ya rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

HTŞ ew hêz e ku komployê dimeşîne

Êrişên HTŞê bi esasî komployek li dijî paşeroja Sûriyeyê ye. HTŞ hêza meşandina vê komployê ye. HTŞ polîtîkayeke parçebûna Sûriyeyê dimeşîne, ne yekîtiya Sûriyeyê. Rêveberiya Xweser yekîtiya Kurd-Ereb afirand, lê HTŞ dixwaze dijminatiyê bixe nava Kurd û Ereban. Ev yek jî ispata wê yekê ye ku HTŞ di bin bandora hin hêzên derve de vî şerî dimeşîne. Tê dîtin ku HTŞ bi van polîtîkayan nikare yekîtiya demokratîk a Sûriyeyê pêk bîne, ji ber vê jî ev desthilatdarî wê nebe xwedî paşerojekê.

Li dijî her cûre êrişên li ser afirandina Sûriyeyeke nû ya ji xwişk û biratiya Kurd û Ereban, divê gelê Ereb û hemû hêzên demokratîk helwestê nîşan bidin. Xwişk û biratiya Kurd-Ereb ku destketiya herî hêja ye, divê bê parastin. Gelê me yê Ereb divê li hemberî tevdan û sorkirinê helwestê nîşan bide. HTŞ bi rêya van êrişan dijminatiyê li gelê Ereb jî dike. Gelê Ereb li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava aştiyê de jiyaneke demokratîk û azad dewam dikin, lê niha tê xwestin ku ji aliyê HTŞ û piştevanên wan ve di bin rêveberiyeke otorîter û zordar de bê hiştin. Ji ber vê jî divê gelê Ereb jî li ber van êrişan rabe û jiyana azad û demokratîk biparêze.

Gelên Rojava divê ji hêza xwe bawer bikin

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha bi hev re li ber her cûre êrişan rabûn. Ji bo parastina jiyana azad û demokratîk, şert e ku ev êriş bê şikandin. Ji ber vê yekê rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga seferberiyê kir, di serî de ciwan bang li tevahiya gel kir ku li gel HSDê şer bikin. Çawa ku li dijî DAIŞê ji heft heta heftê salî her kesî rahişt çekê, niha jî divê heman helwest bê nîşandan. Tenê bi hêza xweparastinê ya gel bajar û gund ji mejiyê DAIŞê dikare bêne parastin. Hebûn û azadî bi vî rengî dikare bê parastin. Bi vî rengî deynê deh hezaran şehîdan dikare bê dayin.

Êrişên li Helebê destpê kirin û li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûn, nîşan dan ku tenê bi baweriya ji hêzên xwe û têkoşîna azadiyê ya gelan bersiv dikare bê dayin. Ji xwe Kurd bi dehan sal in xwe dispêrin hêza xwe û têkoşîneke dîrokî ya azadî û hebûna xwe dimeşînin. Kurdên li Sûriyeyê jî heta roja îro bi baweriya ji hêza xwe têkoşiyan û destketiyên xwe hemû bi vî rengî bi dest xistin. Lewma divê Kurd û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî van êrişan ji hêza xwe bawer bikin. Eger ji hêza xwe bawer bikin û îradeya berxwedanê bê nîşandan weke ku di dîroka wan de hate dîtin û wê berxwedaneke ji cîhanê re mînak nîşan bidin û bi ser bikevin.

Divê gel û dostên Kurdan her roj li ser pêyan bin

Li Tirkiyeyê di demekê de ku bi înîsiyatîfa Rêber Apo pêvajoya aştî û civaka demokratîk tê meşandin, ev êriş di heman demê de sabotekirina vê pêvajoyê ne. Hêzên ku wekheviya gelan, xwişk-biratiya Kurd-Tirk mîna sedsalek berê naxwazin û dixwazin Tirkiyeyê di rewşa şer de bihêlin, HTŞê xistin nava van êrişan. Di demekê de ku Kurdên li Tirkiyeyê wekî xwişk-bira têne binavkirin, helwestek dijminane li hember Kurdên li Sûriyeyê tê nîşandan. Daxuyaniyên hin rayedarên hikûmetê û awayê ku medyayê şer radigihîne vê yekê bi awayekî zelal nîşan dide. Di demekê de ku Rêber Apo ji bo aştî û aramiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn hewldanên mezin dike, ev êrişên li dijî Kurdan û Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di heman demê de êrişek li dijî aştî û aramiya Rojhilata Navîn e. Ji xwe eşkere ye ku ev helwest wê zirarên cidî bide Tirkiyeyê û bandorek neyînî li ser siberoja welêt bike. Ji ber vê yekê, em bang li hemû hawirdorên demokratîk û welatparêzên Tirk dikin ên ku dixwazin pêvajoya aştî û civaka demokratîk pêş bixin ku li dijî hewldanên sabotekirina vê pêvajoyê têbikoşin. Tenê bi vî rengî siberoja hevpar a Tirkiyeyê dikare li ser bingeha yekîtiya demokratîk were avakirin. Ji bo vê yekê, divê li dijî şerê li Sûriyeyê helwest bê raberkirin û ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn li ser bingeha xwişk-biratiya gelan pêş bikeve, divê di têkoşînê de cihên xwe bigirin.

Gelê Kurd û dostên wan ên ku li dijî van êrişên li ser Kurdan rabûne, divê di her şert û mercî de li kêleka hêzên ku li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe didin bin. Divê ruhê berxwedanê yê ku li Şengal û Kobanê li dijî DAIŞê hat raberkirin, îro jî were vejandin; divê ev êrişa nû ya DAIŞê bi têkoşîna hevpar a gel û dostên wan were têk birin. Weke Tevgera Azadiya Kurd, em diyar dikin ku em li kêleka kesên ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin in û em gelê xwe yê berxwedêr silav dikin.

Di vê demê de, li dijî rêveberiya xweser û berxwedêran şerekî taybet ê mezin tê meşandin. Bi taybetî çapemenî û medyaya civakî ji bo vê armancê tê bikar anîn. Ji ber vê yekê, divê gel tenê ji çapemeniyeke azad û demokratîk agahiyan werbigire û helwest û berxwedana wan a li dijî van êrişan divê li ser vê bingehê pêş bikeve.”

Etîket: KCK
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Sozdar Avesta: Tirkiye pêkanîna Peymana 10ê Adarê asteng kir

Sozdar Avesta: Tirkiye pêkanîna Peymana 10ê Adarê asteng kir

16 ÇILE 2026
Gelê Şêxmeqsûd şoreşger û berxwedêr e

Ji KCKê derbarê Helebê û pêvajoyê de daxuyaniyek girîng 

13 ÇILE 2026
Çeteyên Hikûmeta Demkî li Helebê şer îlan kir

KCK: Li dijî Kurdên Helebê sûcê şer tê kirin

10 ÇILE 2026
KCKê bang li Şamê kir: Divê êriş bisekinin û muzakere bidomin

KCKê bang li Şamê kir: Divê êriş bisekinin û muzakere bidomin

8 ÇILE 2026
Gerîla ji bo silametiya pêvajoyê ji Tirkiyeyê vedikêşe

Sabrî Ok: Lazime êdî karên hiqûqî bêne kirin

26 COTMEH 2025
KCK: ‘Pêvajo’ hêviya şehidên 10ê Cotmehê ye

KCK: ‘Pêvajo’ hêviya şehidên 10ê Cotmehê ye

9 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (658)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne