Rayedarekî rejîma Îranê piştrast kir ku di xwepêşandanên li Îranê de 500 jê karmendên rejîma Îranê herî kêm 5 hezar kes hatine kuştin.
Rayedarekî rejîma Îranê daxuyanî da Reutersê. Di daxuyaniyê de pişrast kir ku 5 hazar kes di xwepêşandanan de hatine kuştin. Li gorî vî rayedarê rejîmê ji van kuştiyan herî kêm 500 kes jê karmendên rejîma Îranê ne.
Rayedarê ku hejmara kuştiyan ya 5 hezar kesî piştrast kir ji ber hin fikarên ewlehiyê navê xwe aşkere nekir. Vî rayedarê rejîmê da zanîn ku hejmara herî zêde ya kuştiyan li herêma Rojhilatê Kurdistanê ye. Heman kes xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê wek serhildanê binav dike û dibêje li vê herêmê berê jî serhildanên bi vî rengî pêk hatine.













