Sendîkaya Rojnamegerên Herêma Federe ya Kurdistanê rapora xwe ya salane ya binpêkirinên mafên rojnamegeran û saziyên medyayê ya sala 2025an eşkere kir.
Sendîkaya Rojnamegerên Herêma Federe ya Kurdistanê rapora xwe ya bipêkirnên mafên rojnamegeran û saziyên medyayê ya 2025an bi daxuyaniyekê eşkere kir. Rapor li Sendîkayê ya li Hewlêrê hat eşkerekirin. Komîteya Parastina Azadî û Mafên Rojnamegeran a Sendîkayê destnîşan kir ku ev rapora wan a 34emîn e ku parve dikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo binpêkirinên mafên rojnamegeran karmendên hikumetê berpisin û bi tu awayî naye qebûlkirin.
Sekreterê Sendîkayê Azad Hemed, Seroka Komîteya Parastina Mafên Rojnamegeran Hendrin Ehmed, Karwan Enwer, Simko Ebdulkerîm, û Goran Celal, endamên Komîteyê, Husam El-Dîn Serdar, Şêwirmendê Hiqûqî yê Encûmena Sendîkayê beşdarî civînê bûn.







