Li Wanê li dijî êrişên çeteyên HTŞê û SMOyê yên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser gelê Kurd yê Rojava meş hat li darxistin. Welatiyên ku tev li meşê bûn diyarkirin li pişt van êrişan dewleta Tirk heye û gotin: “Ev êriş ne tenê li ser Rojava ne, li ser hemû gelê Kurd in, heke Rojava winda bike dê hemû Kurd winda bikin.”
Li Wanê li dijî êrişên çeteyên HTŞê û SMOyê yên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser gelê Kurd yê Rojava meş hat li darxistin. Welatiyên ku tev li meşê bûn bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew êriş planên dewlata Tirk in, li ser gelê Kurd xeteriya komkujiyê heye û gotin: “ Gere em Kurd hemû bibin yek, em van êrişan şermezar dikin, emê her tim li gel gelê Rojava bin, em ê bi serkevin.”







