Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê bi daxuyaniyekê xwest bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne û got: “Bi azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê xitimandinên pêvajoyê werin derbaskirin.
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê li Navenda Giştî di çarçoveya civîna mehane de kom bû. Meclisa Ciwanan di navbera civînê de daxuyanî da çapemeniyê.
Îbrahîm Akbay Qasidê Aştiyê Sirri Sureyya bi bîr anî, bal kişand ser geşedanên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn û wiha axivî: “Li Rojhilata Navîn her tim di navbera hezên modernîteya demorkatîk û modernîteya kapîtalîst de têkoşîn hebûye. Rojhilata Navîn cihê ku mifte le hatiyê windakirin e. Rojhilata Navîn şahidiya şerê jin û mêr û hemû têkoşîna civakî ya mirovahiyê kiriye. Îro Rojhilata Navîn bûye qada şerê cihanê yê 3emîn. Destwerdanên li Rojava, Filistîn, Lubnan, Iraq û Îranê nakokiyên di navbera hêzên hegemonîk de derxistiye holê. Nirxandina nakokiyên di navbera hêzên serdest û kaosa ji ber van destwerdanan, ku mirin û wêrankirinê li ser gel ferz dikin, çarçoveyek bîrdozî ya watedar û rêxistina civakî ya ku li dora wê pêş dikeve, hewce dike.”
‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk firseteke mezin e’
Îbrahîm Akbay destnîşan kir ku di serdemeke wisa de banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fersendên mezin derxistine holê û wiha pê de çû: “Ciwanên Tirkiyeyê û Kurdistanê ku bi salan e li dijî polîtikayên şerê taybet û pişaftinê têdikoşin ji bo rêxistinkirina civakê xebatên xwe didomînin. Ciwanan ji bo watê bidin van serkêftinan di serî de li ser esasê avakirina netewbûna demokratik a Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê xeta xwe ya têkoşînê daniye. Li ser vê esasê bi civînên gel û atoliyeyan xebatên xwe pêk anîne.”
‘Muhatab Îmralî ye, çareserî jî Tirkiyeya demokratîk e’
Di berdewama axaftina xwe de Îbrahîm Akbay da zanîn ku ew weke Meclîsa Civanan a DEM Partiyê dê ji bo xebatên xwe yê meheke pêşbixin civînekê li dar bixin û wiha pê de çû: “Em ê di meha 15emîn a pêvajoyê de ji bo pêvajo bi awayekî serkeftî encam bigirê em ê herêm bi herêm, bajar bi bajar, bi moral û coşeke mezin belavî Kurdistan û Tirkiyeyê bibin. Bêguman dê di navenda xebatên me de statu û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hebe. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku di serdemeke kriz û kaosê de ji bo hezên demokrasiyê derftên mezin ava kirine êdî ne pêkan e ku ji civakê dûr bê hiştin. Rola Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji aliyê dewletê ve muzakerevanê sereke û ji aliyê gelan ve jî weke Rêber tê dîtin, lê belê dewlet polîtikayên mijulkirinê didomîne. Her wiha li Enqereyê wek muzakerevanê sereke bi nav kirin û Stenbolê jî êrişî posterê dikin. Rola Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji vê fêlbaziyê mezintir e. Bi azadiya fizîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan xitimînên pêvajoyê dikarin derbas bibin. Ji bo demokratîkbûyina civakê, Tirkiyeyeyê û Rojhilata Navîn her wiha hêviya sosyaylîzmê êdî tu sebra me ya ku kêliyekê jî ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dûr bimînin nemaye. Weke Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê em careke din daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re ji raya giştî re parve dikin. Rêya çareseriyê diyar e. Her gotinên li Îmraliyê werin dê heviyan şîn bikin. Ji bo pêşengiya hemû kesên dixwazin bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin em amade ne. Rêya çareseriyê diyar e, di bin tava rojê de gotineke nû tune ye. Muhatab Îmrali ye û çareserî jî Tirkiyeya demokratik e.”
Îbrahîm Akbay ji ber serkeftina bi destxistiye Amedspor jî pîroz kir.














