Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, di rapora xwe ya ku ji hikûmetê re pêşkêş kiriye de da zanîn ku dê ji bo PKKiyên çek berdane “mekanîzmaya teyîdkirinê” were avakirin.
Li gorî agahiyên nûçeya Rojnameya Turkiyeyê, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin ji hikûmeta AKPê re derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk raporek pêşkeş kiriye. Hat gotin ku di pêşkeşiyê de mijarên vegera PKKiyan, aqûbete çekan û hiqûqa PKKiyên tên hatiye vegotin.
Tê payîn ku ji bo PKKiyên tên dê “Mekanîzmaya piştrastkirin û teyîdkirinê” bê avakirin. Derbarê dîrok û çawaniya vê xebatê de tu agahî nehatin bidestxistin.













