Astengdar li Amedê “Meşa Rûmetê” li dar xistin û xwestin di hemû qadên jiyanê de bi roleke çalak rabin.
Federasyona Astengdaran armanca bi bidestxistina mafên xwe û jiyaneke birûmet ji pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê heta Sumerparkê “Meşa Rûmetê” li dar xistin. Ji bo tevlî meşê bibin ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji 7 saliyê heta 70 saliyê ji her beşek civakê astengdar û parastvanên mafên mirovan tevlî meşê bûn. Çalakger dowîzên “Ji bo astengdaran jiyaneke nû pêkan e”, “Du cîhan nasnameyek”, “Dengê me di destên me de ye”, “Bêdengî ne kêmasiyek e, nasnameyek e”, “Em ne ji sedî 3 ne, em ji sedî 10 in. Di îstihdamê de em tune ne”, “Zimanê îşaretan zimanê me yê dayikê ye”, “Veguheztin ne xêrek e, mafek e”, “Gopal li ser zemînê dikarin werin hîskirin. Zemîn li ku ye?”, “Çavên xwe ji ser min bibe, tu canê min diêşînî”, “Şoreşgeriya rasteqîn ne ew e ku mirov li şûna kirdeyê biaxive, guhdarîkirina kirdeyê bi xwe ye” û “Em di navbera bêdengî û deng de pirek in” hatin hilgirtin. Gelek astengdar siyasetmedar, hevserokên û rêveberên partiyên siyasî, hevşaredar, nûnerên saziyên sivîl, û parastvanên mafên mirovan tev li meşê bûn.
‘Astengdar bila tenê nemeşin’
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak a ku beriya meşê axiviye, bal kişand ser hişmendiya mafê astengdaran pêk naîne û got: “Ji ber ku em tevlî meşa rûmetê bûn gelekî kêfxweş in. Lê em ê tenê nemeşin. Ji dema ku em di sala 2024an de ji bo rêveberiyên herêmî hatin hilbijartin û vir ve, me li her derê midûriyet û serokatiyên daîreyên astengdaran ava kirin. Ev têrê nekir, di riya ku manîfestoya me vekiriye de me bi dehan komxebat û xebat li dar xistin. Dibe ku me di çarçoveya cihêrengiyekê de komxebat û xebatên ku qet nedihatin bîra desthilatê li vî welatî pêk anîn. Me ev xebat ji bo rêxistinbûnê jî kirin. Wekî gelek beşên ku li vî welatî tên tunekirin, me ev yek ji bo derxistina dengê astengdaran pêk anî. Divê em bêhtir li qadan bin.”
Piştî meşê forum hat lidarxistin
Piştî meşê li Sumer Parkê forûm hat li darxistin. Astegdar ji bo şertên jiyaneke birûmet û mafên xwe yên tên binpêkirin bangên hestiyariyê kirin. Kesên axivîne derbarê jiyana xwe de çavdêrî û pêşniyarên parve kirin û ji bo astengiyên li pêşiya jiyanê rakin banga hevkarî û hevgirtinê kirin.
‘Heke em bixwazin, em dikarin her tiştî bikin’
Nivîskar Leylana Sidik di Forûmê de axivî, xwest bi zimanê dayîka bi hêstên werin ziman û wiha axivî: “ Lê mixabin, hê jî em wekî kesên nabînin, dema diçin nav bajaran, li rawestgehan disekinin û ji derdora xwe dipirsin ka gelo ev wesayît bi ku ve diçe. Ji ber ku hê jî pergalên dengî nehatine avakirin. Wekî nivîskareke astengdarê dîtinê, çawa ku min kêliyek berê jî anî ziman, sonda min hebû ku ez bi nasnameya xwe ya nivîskariyê bi tirkî naaxivim. Lê dîsa jî dibêjim; ev der Foruma Astengdaran e, ez bi tirkî diaxivim, lê di bernameyên xwe yên din de ez bi zimanê xwe berdewam dikim. Astengdarî ji bo me ne kêmasî û dezavantaj e. Heke em bixwazin, em dikarin her tiştî bikin. Wekî ku min got, tevî kêmbîniya dîtina xwe jî, min pirtûka xwe ya heftemîn bi zimanê xwe yê zikmakî nivîsand.”
‘Em jiyaneke astengdar naxwazin’
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer da zanîn ku lidarxistina meş û forûmê cihê kêfxweşiyê ye û wiha got: “Em ji bo hev temam bikin li vê derê ne. Em di rastiyê de jiyaneke astengdar naxwazin. Ji ber ku em li dijî ramana astengker in. Em bi hev re meşiyan, me zehmetiyên ku hûn pê re rû bi rû dimînin dîtin. Me erebeya hinek ji we, çavê hinekên ji we, milê hinek ji dîtin lê bi rastî jî tu kes wekî me bêastengî nîne. Me ev yek dît û fêm kir. Em hemû di nav gerdûnekê de, ji bo temamkirina hev li vir in. Baş e ku hûn hene, baş e ku hûn li vir in, baş e ku hûn hatine.”





















