Gelê Başûrê Kurdistanê yê ku ji bo piştgiriya Rojava birêketin sînor derbazkirin û gihiştin Rojava.
Bi destpêka rojê re ji bo tevlî berxwedana Rojavayê Kurdistanê bibin, ji seranserê Başûrê Kurdistanê bi sedan kes berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê sînor derbas kirin û ketin nav xaka Rojava.
Welatiyên ku derbasî aliyê Rojava bûn ji aliyê xelkê Rojava ve hate pêşwazîkirin. Kurdên niştecihê Dêrikê jî ji destpêka rojê ve li ber sînorê Sêmalka li benda wan bûn ku wan pêşwazî bikin.
Coş û peroşa gel a li ser sînorê Sêmalka hêjayî dîtinê ye.









