Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, ji Stêrk TV re axivî û diyar kir ku bi van êrîşên li ser Rojava dixwazin komkujiyan pêk bînin û got: “DAIŞên ku hatin berdan, dê bibin belaya serê cîhanê.”
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed beşdarî qanala Stêrk TV bû û der barê êrîşên li ser gelê Rojava de nirxandin kir û wiha gto: “Ji aliyê komên Tirkiye û Artêşa Sûriyeyê ve hatin destekkirin êrîşî taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Til Koçer, Til Hemîs û herêmên din Ereb lê dijîn. Lê li van deran hêzên me li wir hene. Berxwedan didome.”
Îlham Ehmed da zanîn ku piştî zanist û vîna Kurdan ku bi gelan re derket holê, rêveberiya Şamê û Tirkiyeyê, li dijî vîna Kurdan ketin tevgerê. Di nava xwe de dan û stendin pêk anîn. Êrişên ku li ser gel pêk tên, îro bi piştgiriya Tirkiye û Şamê pêk tê. Xwestin kurdan ji van herêman vala bikin û vîna wan bişkînin. Xwestin bi temamî nasnameya kurdan ji holê rekirin. Kurd li dijî vê yekê derdikevin. Rabûna Kurdan ji bo parastina maf e. Rejîma Şamê her tişt yek alî îlan kirin. Niha dixwaze bi darêzorê serwerhiya xwe li ser Sûrî ferz bike. Dixwaze bi rêya kuştin, talankirin û diziyê serweriya xwe pêş bixe.”
Îlham Ehmed da zanîn ku îro roj roja berxwedanê ye û wiha got: “Nêzî salek e hêzên navdewletî deriyê xwe li van koman vekiriye. Cîhan wan temaşe dike. Şerê ku li dijî Kurdan hatiye destpêkirin şerê komkujiyê ye. Ev DAIŞên ku hatin berhdan dê bibin belayê welatên cîran. Divê kurd bibin yek deng. Divê saziyên navdewletî jî dengê kurdan bibihîzin. Divê tevgera me, biryara me yek be.”













