Asayîşê têkildarî teqînên li Qamişloyê de da zanîn balafirên keşfê taxa Meyselûn û Sînayê bombebaran kirin. Piştre motorsîklêtek bombebarankirî hat teqanin.
Hêzên Asayîşê da zanîn ku dewleta Tirk, çeteyên DAIŞê û hêzên hikûmeta demkî 2 du caran bi balafirên keşfê taxa Meyselûn û aliyê Sînayê bombebaran kirin.
Asayîşê diyar kir ku motorsikletekî bombebarkirî li aliyê nexweşxaneya Dil û Çav jî hat teqandin.
Her wiha agahî di ku di encama êrişan de tenê zirarên madî çêbûn.













