Li Hezexê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê meş li dar xist û bi slogana “Rojava rûmeta me ye” piştgirî da berxwedanê.
Di pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk de li Navçeya Hezexa Şirnexê bi hezaran kes li qada bajar hatin cem hev. Girseyê pankarta, “Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye” û “Şoreşa Rojava tirs û xofa dijmin e” vekir û dest bi meşê kir. Di meşê de dowîzên, “Rojava xeta sor e”, “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” û “Bijî Kurdistan” rakirin û sloganên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Rojava rûmet e li rûmetê xwedî derkeve” berz kirin. Di meşê de êrişên çeteyên HTŞ, DAIŞ û SMOyê ku ji hêla Tirkiyê ve tên rêvebirin, hatin şermezarkirin.











