Videoyeke ku li ser platformên dîjîtal belav bû, aşkera dike ku çeteyên girêdayî hikumeta demkî, çeteyên DAIŞ`ê ji kampa Holê ya li Hesekê dane revandin.
Li ser malperên medyaya dîjîtal videoyek hat weşandin ku tê de aşkera dibe çawa komên çete yên girêdayî hikumeta demkî malbatên çeteyên DAIŞê ji kampa Holê ya li Hesekê didin revandin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), di dîmenê de xuya dibe çawa çeteyek bang li malbatên DAIŞê dike û dibêje “Birayên min hûn dixwazin herin ku derê, wa derfet çêbûye birevin.”
HSD ji kampê vekişiyabû
Li kampa Holê bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ`ê dijîn. Piştî êrişên komên çeteyên HTŞê li ser bajarê Holê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) duh biryar da ku ji kampê vekişe û hêzên xwe li derdora bajarên Kurdan bi cih bike.











