Dozgerê komarê bi şertê berdana kontrola edlî, rojnameger Rohat Bûlût, Şakîr Karataş û xebatkara çapemeniyê Hulya Taş sewqî dadgehê kirin.
Îfadeya dozgeriyê ya rojnameger û edîtorê Rojnameya Xwebûnê Rohat Bûlût, xebatkarê Rojnameya Yenîyaşamê Şakîr Karadaş û xebatkara çapemeniyê Hulya Taş ku duh li navçeya Erdîşê ya Wanê hatibûn binçavkirin, bi dawî bû. Dozger, her 3 xebatkarên çapemeniyê bi bi şertê berdana “kontrola edlî” sewqî Dadgeha Cezaya Sûlhê ya Ercîşê kirin.