Tevî ku agirbest hatiye ragihandin jî çeteyên HTŞ û SMOyê sembola berxwedanê Kobanê dorpêç kirine. Ji bo rakirina dorpêçê û rawestandina êrişan li ser medyay dîjîtal haştaga #Kobanê di bin dorpêçê de yeˊ hat destpêkirin
Bi hewldana westandina şêniyan û gefxwarina li jiyana wan a rojane, çeteyên HTŞ û SMOyê dorpêçeke giran li ser bajarê Kobanê yê kantona Firatê ferz kiriye. Nahêle av û kehrebe bigihîne bajêr, enternet qut kiriye û êriş berdewam dikin.
Gel, nûçegihan û çalakvanan ev sûc bi tundî şermezar kirin. Çalakvan û bikarhênerên medya dîjîtal bi beşdariya kesayetên rewşenbîr, siyasî û civakî kampanyayek haştaga bi navê #Kobanê di bin dorpêçê de yeˊ da destpêkirin. Armanca rakirina dorpêçê ye û êriş bên rawestin.
Ingiliziya haştagê wiha ye; #KobaniUnderSiege











