Kobanê-Li bajarê Kobanê bi armanca piştgiriya YPJê konserek hat lidarxistin. Komên Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Baqî Xido bi stranên xwe û kesên tevli konserê bibûn jî bi dirûşmeyên xwe piştgirî dan YPJê.
Kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne, YPJ hebûna me ye’ ku 26ê Nîsanê ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Rojava ve hatibû destpêkirin, dewam dike.
Di çarçoveya kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne, YPJ hebûna me ye’ de Tevgera Hîlala Zêrîn bi tevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li bajarê Kobanê konserek li dar xist. Konser li Navenda Baqî Xido bi amadebûna şêniyên bajar û şervanên YPJê pêk hat.
Konserê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji fermandarên YPJê Dilbirîn Kobanê axivî û wiha got: “Em gelê xwe yê birûmet silav dikin û em soz didin ku em ê parastina we bidomînin. Me bedelên giran û leheng dan. Em ê heya dawiyê wefadarên soza xwe bin û laqiyî fedakariyên şehîdan bin. Mafê tu kesî nîn e ku bi rewatiya YPJê gumanan bike û tu kes nikare biryaran li ser me bide. Em ê çarenûsa xwe diyar bikin. Em ji artêşa xwe dûr nakevin. Hêz û hişmendiya me ya têrker heye ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin.”
Piştî axaftinan komên Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Baqî Xido bi stranên xwe û kesên tevli konserê bibûn jî bi dirûşmeyên xwe piştgirî dan YPJê.















