Li Wêranşarê ciwan bi dirûşemeyên “Bijî berxwedana Rojava” daketin qadan û bi keviran bersiv dan astengiya polîsan.
Li navçeya Wêranşar a Rihayê ciwan li dijî êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê daketin qadan. Ciwan li ser rêya Amedê ya Wêranşar daketin qadan û dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Her wiha ciwanan agir pêxistin û govend gerandin. Ciwanan bi keviran bersiv da astengiya polîsan û di navbera ciwanan û polîsan de gengaşe derket.
Xwepêşandana ciwanan berdewam dike.













