Yekemîn Hevdîtina Ciwanan a Werzîş û Çandê ya Peyasê ku sê rojan berdewam kir bidawî bû.
Yekemîn Hevdîtina Ciwanan a Werzîş û Çandê ya Peyasê ya ku ji aliyê Şaredariya Peyasê û Komeleya Ji Bo Pêşerojê Em Li Vir in ve hatibû organîze kirin û sê rojan berdewam kir, îro bidawî bû.
Bernameya ku di navbera 12-14ê Hezîranê de ciwan li ser çand, huner û xwezayê hatin cem hev, piştî du rojên tijî, îro bi oxirkirina mêvanan bidawî bû.
Yekemîn Hevdîtina Ciwanan a Werzîş û Çandê ya Peyasê roja 12yê hezîranê li qada Parka 75an bi konsereke dest pê kiribû û bi kilamên dengbêjiyê yên Hediye û Berken Zer re rengîtir bibû û her wiha Simyager, Eylu Nazlier û Kasim Taşdogan jî derketin serdikê û bi stranên xwe coş kirin.
Roja duyemîn ciwan piştî werzîşa siharê û taştê hatin gel hev û di nav rojê de di panelên ekolojî, jineolojî û kursiya azad de nîqaşên girîng meşandin. Êvarê jî xebatên werzîş, lîstêkên gelêrî yên Kurdî û guhdarkirina muzîkê roja duyemîn temam bû.
Roja sêyemîn û dawî yê jî yanî îro ciwan bi temamî dema xwe ji dîrok û xwezayê re veqetandin. Ciwanên ku serê sibehê zû hatin cem hev, beşdarî gera çandê ya li navçeya Sûrê ya dîrokî û Baxçeyên Hewselê yên ku di Lîsteya Kelepûra Cîhanê ya UNESCO’yê de ne, bûn. Piştî meşê ciwan li Navenda Çandê ya Amargiyê bi hev re taştê xwarin.
Civîna ku sê rojan bîra çandî, hişmendiya ekolojîk û dînamîzma ciwanan derxist pêş, bi oxirkirina ciwanên ku ji navçe û derveyî bajêr hatibûn, bi dawî bû.



















