Li Nisêbînê duh di çalakiyên şermezarkirina êrişên li ser Rojava de rojnameger di nav de 22 kes hatin binçavkirin. Dema binçavkirina her 22 kesan rojek hate dirêjkirin.
Êrişên çeteyên HTŞ, DAIŞ û SMOyê ku ji hêla Tirkiyê ve tên rêvebirin, li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam in. Ji bo piştevaniya bi Rojava re, li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi beşdariya hezaran kesan meş hat lidarxistin. Welatiyan xwestin sînor derbas bikin. Di vê navberê de polîsan êrişî girseyê kir û Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Kesîra Onel, nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Heval Onkol, nûçegihana JinNewsê Pelşîn Çetînkaya, rojnameger Ferhat Akinci, Muhammet Alî Yilmaz û Bariş Demîrcan di nav de gelek kes bi lêdanê û mûameleyeke xerab hatin binçavkirin. Rojnameger Bariş Demîrcan li Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê duh êvarê hate berdan.
Her wiha polîsan gelek amûrên rojnamegeran jî desteser kirin. Polîsan kesên ku binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê. Tê payîn ku di saetên pêş de îfadeya kesên hatine binçavkirin bê wergirtin.
Li gorî agahiyên ku ji parêzeran hatin wergirtin ji bo wergirtina îfadeyan li benda fermana Dozgeriya Nisêbînê tê sekinandin û hate diyarkirin ku dê piştî fermanê îfade bên wergirtin.
Her wiha dema binçavkirina rojnameger jî di nav de ya 22 kesan rojek hate dirêjkirin.













