Doza rojnameger Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat hate lidarxistin û doz ji bo dozger mutalaya xwe amade bike, hate taloqkirin.
Li nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayumat bi hinceta “Endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna pêncemîn a dozê Edliyeya Stenbolê ya Çagalayanê hat lidarxistin.
Rojnameger Mehmet Aslan bi rêya SEGBÎSê tev li dozê bû. Mehmet aslan diyar kir ku îddayên şahide veşartî ne rast in û got: “Min di sala 2019an de li Antalyayê dest bi rojnamegeriyê kir. Lê şahidê veşartî îddia kiriye ku bi biryara DFGê min dest bi kar kiriye. Lê min DFGê di sala 2021an de nas kir. Jixwe DFGê piştî min dest bi kar kiriye salekî şûnde hatiye damezrandin.”
Piştre dadger ji şahidê veşarî pirsa, “Tu Mehmet Aslan nas dikî?” kir. Lê şahidê veşarî bersiv neda pirsa dadger.
Paşê jî parêzer pirs pirsîn lê şahidê veşarî bersiva van pirsan jî neda.
Paşê dadger biryar aşkere kir û ji bo dozger mutalayê amade bike dozê taloqî 7ê Nîsanê kir.













