Kolektîfa Rîtmên Azad a Navenda Çanda Biharê ya Êlihê li ser Şoreşa Rojava strana “Em hene” çêkir.
Hunermendên Kolektîfa Rîtmên Azad a Navenda Çanda Biharê ya Êlihê bi boneya berxwedana rojavayê Kurdistanê, strana “Em hene” çêkir û wek klîbekê weşand. Kolektîfê diyar kir ku wan ji bo ew ji şoreş û berxwedana Rojava re bibin moral û hêz berhem amade kirin e.
Stran li ser kanala YouTubeyê ya KOM Muzîkê hate belavkirin.
Gotinên stranê bi vî rengî ne:
“Em hene
Em hene, em hene
Li ser xet û bin xetê ne
Behsa welatekî dikin
Kaniya jîn û jiyanê ye
Canmerd in tolê takın
Kezîzer in wa em hatin
Hawar û sed hawar e
Nexşeya me berxwedan e
Em hene, em hene
Li ser xet û bin xetê ne
Behsa welatî dikin
Kaniya jîn û jiyanê ye”












