Şervanên YPGê û YPJê tevahiya êrişên li ser gundê Safayê û Çilaxayê têk birin.
Êrişên HTŞê, DAIŞê û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam in. Berxwedana şervanên YPGê û YPJê ya li dijî êrişan jî berdewam e. Şervanên YPGê û YPJê, tevahiya êrişên li ser gundê Safayê û Çilaxayê têk birin. Di pevçûna de bi dehan wesayîtên zirxî yên çeteyan hatin îmhakirin û gelek çete hatin kuştin.










