Rojnameger Pakrat Estukyan ku di ‘Konferansa di Sedsala 2yemîn De Veguherîna Komarê ya Demokratîk’ de axivî bi lêv kir ku di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet e. Dîroknas Namik Kemal Dînç jî destnîşan kir ku pêvajoya sed sal berê dubarê dike û got ku Kurd êdî ne Kurdên berê ne.
Li ser banga gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan li eywana Navenda Çandê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoy a Stenbolê ‘Konferansa di Sedsala 2yemîn De Veguherîna Komarê ya Demokratîk’ dest pê kir. Di konferansa ku dê 2 rojan bidomê de gelek rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar û kesayetên navdar dê li ser mijaran gotûbêj bikin. Siyasetmedarê Kurd Çetîn Arkaş, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û Alî Kenanoglu û gelek kes tevlî konferansê bûn. Li cihê konferans hat lidarxistin bi gelek zimanan pankartên li ser navê konferansê dinivisî hat daliqandin.
Beriya rûniştina yekem peymanên ku ji konferansê hatibûn şandin, hatin xwendin. Piştî xwendina peyaman rûniştina yekem a konferansê dest pê kir.

Di rûniştinê de mijara, çîroka damezrandina komarê, derfet û kesên li der ve hatine hiştin ji dest girtin û moderatoriya rûniştinê Levent Koker kir. Di serî de rojnameger û nivîskar Edogan Aydin axivî û li ser mijara ‘Gelo komareke demokratik pêkan e?’ rawestiya.
Erdogan Aydin pêvajoya avakirina komarê bi bîr xist û bi lêv kir ku meclis di avakirinê de demokratîk bûye û diyar kir ku di destpêke de netew û baweriyan hatiyê misoger kirin û wiha axivî: “Lê piştrê meclîsa ku hemû beşên civakê dihat temsîlkirin hat tasfiyekirin û mecliseke yekperest ava bû. Piştrê jî polîtikayên Tirkkirinê dest pê kir. Zimanê Tirkî weke zimanê dewletê û ola Îslamê jî weke ola dewletê hat diyarkirin. Divê em careke din li gor destûra bingehîn a 1921an bi beşdariya hemû beşên civakê pêk bînin. Ew jî bi civakîkirina aştiyê pêkan e.”
‘Heke rêxistinên jinan weke pêkhate cih negirin veguherîn jî ne pêkan e’

Piştrê jî Femînîsta Xweser Hulya Osmanoglu li ser mijara ‘Komar: Şoreşa bûrjûva, Têkoşîna Çînan û Tevgera Femînist’ axivî û ev tişt anîn ziman: “Jin li dijî pakêta darazê ya 12yemîn ku destkêftiyên jin û LGBT+ desteser dike li kolanan in. Weke ku bi avakirina Komarê re rejîma Kemalîst ji bo şaristaniyê maf danê jinan tê pênasekirin. Lê dema em beriya komarê dinêrin gelek rêxistinên jinan hebûnê û Ermenî, Kurd û pêkhateyên cuda bi hev re cih girtine. Lê bi komarê re weke jinên Tirk hatiye pênasekirin. Heke em qala demokratîkbûyîna komarê bikin divê jin û femînîstan, rêxistinên jinan, rêxistinên jinên Kurd TJA jî weke kirde cih bigirin. Heke rêxitinên jinan weke pêkhatê cih negirin veguherîn jî ne pêkan e.”
‘Kurd ne Kurdên sed sal berê ne’

Dîroknas Namik Kemal Dînç ku li ser mijara ‘Bêçaretiya Sedsalî: Di navbera vejandin û îmhayê de Kurd’ rawestiya diyar kir ku piştî salên 1921an bi tasfiyeya meclisa yekemîn vê tîfaqa Kurd û Tirk xirab dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke sed sal berê pêvajoya niha em di nav re derbas dibin jî pêvajoyeke demkî ye. Kurd naxwazin weke sed sal berê bê maf bimînin. Li gor prensîbên Wîlson hemû netew xwedî maf bûn ku pêşeroja xwe bi xwe diyar bikin. Aliyê Tirk ji bo erdnîgariya li ser serwerbûn biparêze bi Kurdan re tîfaqa xwe xurt kirin. Di destpêke de navê Kurd û Tirkan bi hev re dihat bikaranîn. Ji bo Kurdan qala xweseriyê dihat kirin. Ew bûyer di sala 1921an de dema konferansa Londrayê de diqewimîn. Lê piştî 1923an ew polîtîka guherîn. Di guherandina vê polîtikayê de 2 beşbûna cîhanê, bloka Sovyet a Sosyalîst û bloka kapîtalîzmê bi bandor bû. Sed sal berê Kurd bê rêxistin û bê Rêber bûn. Kurd ne Kurdên sed sal berê ne. Rêberê ku pêşbiniyê dibînê îro mîsogerê vê pêvajoyeyê. Têkoşîna Kurdan li hemû cîhanê deng vêdaye. Sed sal berê hemû pêkhateyên Tirkiyeyê ji ber tunehesibandina Kurdan têk çûn. Ji bo ew sed sal jî winda nebin divê bi Kurdan re di nava têkoşîna hevpar a demokrasiyê de bin.”
‘Şaşiya herî mezin netew dewlet bû’

Herî dawî jî di rûniştinê de rojnameger û nivîskarê Rojnameya Agosê Pakrat Estukyan li ser mijara “Fikirandina înşaya siberojê” axivî û destnîşan kir ku di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet bûye û got ku di encama vê şaşiyê de gelek komkujî û qirkirin, sûcên li dijî mirovaniyê pêk hatine.
Piştî axaftinan rûniştina yekem a konferansê bi dawî bû û konferans dê bi rûniştina 2an berdewam bike.













