Komeleya MED-DERê li du gundên Amedê ji bo zarokan lîstik li dar xistin û atolyeya jin û ziman li dar xist.
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) li gundan ji bo zarokan bernameyên lîstikên zarokan û li ser asimilasyonê atolyeyê li dar xistin. MED-DER li 15 gundan bernameyên şahiya zarokan dane destpêkirin. Îro jî li gundê Nêrîba nêzîkî du saetan şano bi du sed zarokan re hat lîstin. Di heman demê de li wir alfebeya Kurdî jî nîşanî zarokan dan. Her wiha li ser hişmendiya ziman, drama, şano, zûgotin, rûboyaxkirin, muzîk û lîstikên cuda bername hatin lidarxistin.
Piştre derbasî gundê Şêlê yê navçeya Erxeniyê ya Amedê bûn û li wir jî atolyeya têkiliya jin û ziman a li ser asimilasyona ku di demên dawî her diçe zêde dibe bername li dar xist.














