Hevşaredar û endamên meclîsên şaredariyên DEM Partiyê a Amedê meaşên xwe yên mehekê ji bo piştgiriya kampanyaya hevgirtinê ya ji bo Kobanê hatî destpêkirin bexş kirin.
Piştgiriyên alîkariya mirovî ji bo Rojava bê navber berdewam dikin. Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Amedê di çarçoveya seferberiya alîkarî ya mirovî de “Kampanyaya Alîkariya Mirovî ya Lezgîn ji bo Kobanî” dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de hevşaredar û endamên meclîsên şaredariyên DEM Partiyê li Amedê li Navenda Kongreyê ya Çand Amed civiyan. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amed Dogan Hatun, hevşaredarên navçeyan û endamên meclîsê beşdarî civînê bûn. Di civînê de, hevşaredaran biryar da ku mûçeyên xwe yên mehekê bexşî Kobanê bikin. Her wiha endamên meclîsan jî tevlî vê kampanyayê bûn û mûçeyên xwe bexş kirin.
‘Werin em vê agirê vemirînin’
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun di civînê de axivî û diyar kir ku tevahiya Rojhilata Navîn di nav çembera agir a mezin de ye û got, “Ev agir di serî de armanc dike ku Kurdan bişewitîne. Em Kurd av in li ber vî agirê ku li ser Rojhilata Navîn ketiye. Em ê hemû agiran vemirînin. Gelên bindest ên Rojhilata Navîn, bibin mîna gelê Kurd; werin em hemû bi hev re biherikin û vî agirî vemirînin. Ew agir îro şer e. Ew agir hêzên navneteweyî ne; ew çeteyên Rojhilata Navîn in. Lê av aliyê aştîxwaz e. Em dixwazin li ser axa xwe, mîna ava bi rûmet, bi azadî bijîn.”

‘Dilê me yek e, xwîna me yek e’
Dogan Hatun bi bîr xist ku bajarê Kobanê di bin dorpêça çeteyên HTŞê de ye û got, “Heta ava vexwarinê ya xelkê Kobanî jî hatiye qutkirin. Elektrîk jî hatiye qutkirin û dixwazin xelkê li wir bi sermayê bikujin. Dilopek av jî nadin wan; dixwazin xelkê bi tîbûnê bikujin. Wekî rêveberiyên herêmî yên Amedê, me îro biryarek daye. Heta ku xelkê me yê li Kobanê û tevahiya herêmê ji vê zehmetiyê rizgar bibin em ê hemû çalakiyên xwe li vir bi hevgirtina bi wê herêmê re bikin. Xelkê wir hemû bira, dê, bav û hevalên me ne. Dilê me yek e, xwîna me yek e.”
‘Hun agir bin em jî av in’
Hevserok Hatun anî ziman ku wan di civînê de biryarek daye û vê biryarê bi van gotinan ragihand: “Em vê mehê hemû mûçeyên xwe didin piştgiriya gelê Kobanê. Bi vî pereyî em ê ji wan re av, şîr ji bo zarokan, cil ji bo zarokan bikirin; em ê sobe û êzing ji wan re bikirin heta ku ji van şert û mercên dijwar derbas bibin. Bila hêzên hegemonîk bizanin ku em Kurd di serî de ji bo xwe, lê di heman demê de ji bo hemû gelan jî azadiyê dixwazin. Em şer naxwazin. Bila yên ku dixwazin me bikujin bizanin ku heke hûn agir bin, em jî av in. Em ê li ber xwe bidin, em ê nehêlin zarok ji cemidandinê bimirin. Divê her kes, bi taybetî gelê me, hişyar be. Ev komployek navneteweyî û giştî ye. Divê em li dijî vê komployê rabin. Em li kêleka gelê xwe ne û em li dijî şer in.”












